Wezîrê Karûbarên Awarte yê Hikûmeta Demikî ya Sûriyeyê Raid Salih daxwaz ji Yekîtiya Ewropayê kir ku bilez alîkariyê ji wan re pêşkêş bike, daku agirê ku bi daristanên Laziqiyê ketiye, bê kontrolkirin.
Salih eşkere kir ku niha agir gihiştiye navçeya Xesaniye ya Keseb li Laziqiyê û bi tenê ji wê navçeyê, zêdetirî 25 malbat hatine dûrxistin û got: Heya niha 140 hezar donim ji daristanan şewitîne û 16 balafir û helîkopterên agirkujiyê beşdariyê di çalakiyên vemirandina agir de dikin.
Salih daxuyakirin ku Tirkiye, Urdun, Lubnan û Qubris alîkarî pêşkêş kirine.
Di 3ê vê mehê de agir bi daristanên Laziqiyê ket û heya niha ew agir nehatiye kontrolkirin.