WITKOFF: VÊ HEFTEYÊ WÊ LIHEVKIRINEK PÊK WERE

Nûnerê Rojhilata Navîn ê serokê Amerîkayê Steve Witkoff diyar kir ku Îsraîl û Hamas piştî nêzîkî 2 salan şer nêzî rêkeftineke agirbestê bûne. Hate gotin li ser pêşniyara nûnerê Amerîkî, aliyên navbeynkar ji bo çareseriyeke pêşbikeve pêşniyareke nû pêşkêşî her du aliyan kirin e.

reset font size increase font size

Hewildanên çareserkirina pirsgirêka di navbera Îsraîl û Hemasê de ku Amerîka pê radibe didome.

Nûnerê Rojhilata Navîn ê Trump, Steve Witkoff  ragihand ku astengiyên li pêşiya lihevkirinek di navbera Îsraîl û Hamasê de jî kêm bûne û ew nêzî rêkeftineke agirbestê bûne.

Her wiha Steve Witkoff hêviya xwe anî ziman ku dê di vê hefteyê de lihevkirinek ji bo agirbestê pêk were û got: 

"Em hêvî dikin ku heta dawiya vê hefteyê bigihêjin rêkeftineke agirbestê ya 60 rojî. 

10 dîlgirtiyên sax dê werin berdan û cenazeyên 9 miriyan jî dê werin radestkirin."

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyahû jî, îro ragihand ku civîna wî bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re li ser hewildanên ji bo azadkirina dîlgirtiyên li Xezeyê bû. 

Girêdayî mijarê Netenyahû tekezî li ser biryardariya xwe ya ji bo tunekirina şiyanên leşkerî û îdarî yên Hamasê kir.

"EV GOTINÊN NETENYAHÛ JI BO TESLÎMGIRTINA ME YE"

Tevgera Berxwedana Îslamî (Hamas) jî duh, diyar kir ku daxuyaniyên Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyahû yên li ser berdana girtiyan û teslîmbûna Hamasê xapandinên wî nîşan didin. 

Her wiha Hemasê destnîşan kir ku berdana girtiyan tenê bi rêya peymanekê pêk tê ku şertên wê ji hêla wan ve hatiye parvekirin.

Serokê Hamasê Îzet el-Rişk di posteke Telegramê de dibêje: "Daxuyaniya Netenyahû ya li ser berdana hemî girtiyan û teslîmbûna Hamasê ne rastiyên li ser erdê ne, lê weke têkçûneke pîskolojîk nîşan dide."

ROJA YEKŞEMÊ DEWREYEKE NÛ YA DANÛSTANDINAN DEST PÊ KIR

Hêjayî gotinê ye ku bi armanca gihîştina rêkeftineke agirbestê, êvara yekşemê li Qeterê dewreyeke nû ya danûstandinên nerasterast di navbera Hamas û Îsraîlê de dest pê kir. 

Hate gotin li ser pêşniyara nûnerê Amerîkî Steve Witkoff, aliyên navbeynkar ji bo çareseriyeke pêşbikeve pêşniyareke nû pêşkêşî her du aliyan kirin e.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24