YE'ê ji bo Siwêdayê bang kir

Ykîtiya Ewropay'ê xwest ku pêşniyarên di rapora Komîsyona Lêkolînê ya Sûriyê a têkildarî bûyerên tundiyê yên li Siwêdayê de, werin bicihanîn. Her wiha xewst ku hemû berpirsên sûcan hesab bidin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Beriya 2 rojan Komîsyona Lêkolînê ya Sûriyê ya girêdayî NY'ê têkildarî bûyerên tundiyê li Siwêdayê hate kirin, eşkere kir.

 

Berdevkê Yekîtiya Ewropayê YE`ê, derbarê rapora Komîsyona Lêkolînê ya Sûriyê a girêdayî Neteweyên Yekbûyî NY'ê ya têkildarî bûyerên tundiyê yên li Siwêdayê de, daxuyaniyek da.

 

Berdevkê YE'yê Luis Miguel Bueno, rapora komîsyonê wekî "Gaveke girîng ji bo pêkanîna edaletê û lêgerîna hesabpirsînê li Sûriyê ye" bi nav kir.

 

Luis Miguel Bueno, bang li hemû aliyan kir ku bilez pêşniyarên di raporê de hatine kirin bi cih bînin, hesab ji hemû berpirsên sûcan bixwazin û edaletê ji qurbaniyan re pêk bînin.

 

Berdevk YE'ê Bueno got ku ji bo binpêkirin dubare nebin divê garantî werin dayîn û tedbîrên bilez ên pêşxistina diyalogan û avakirina baweriyê werin girtin.

 

Luis Miguel Bueno, ev tedbîr wekî hêmanên sereke yên serxistina lihevhatina nîştimanî û pêvajoya veguhêz bi nav kir.

 

Her wiha banga piştgiriya pêvajoya veguhestina aştiyane ya giştî li Sûriyê û rêzdariya li mafên tevahî Sûriyan kir.

 

 

 

Di bûyerên tundiyê yên li Siwêdayê de 1700 kes hatin kuştin

 

 

 

Komîsyona Lêkolînê ya Sûriyê ya girêdayî NY'ê têkildarî bûyerên tundiyê yên ku di tîrmeha sala borî de li Siwêdayê qewimîbûn, roja înê rapor weşandibû.

 

Komîsyonê, di raporê de diyar kiribû ku di bûyerên tundiyê yên di14-19'ê Tîrmehê de zêdetirî hezar û 700 kes hatine kuştin û nêzî 200 hezar kes ji cihên xwe koçber bûne.

 

Her wiha îşaret pê kir ku înfazkirin, îşkence, tundiya fîzîkî û şewitandina malan jî di nav de, binpêkirinên xeternak ku dighêjin asta sûcên şer û sûcên dermirovî hatine kirin.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye