Ev hefte li cem xirîstiyanan hefteya êşê tê binavkirin.
Ji îro û heta yekşema hefteya bê, her rojek ji van rojan xwedî nav û çîrokekê ne.
Her sal xirîstiyanî vê cejnê bi coş û hêvî pîroz dikin.
Patryarkiya Antakya û Hemû Rojhilat a Roma ya Melekiyên Katolîk, derbarê cejna rabûna Mesîh daxuyaniyek da.
Li gorî daxuyaniyê, hemû dêrên li Sûriyê li hev kirine ku îsal wê cejna rabûna Mehîs tenê li dêran bikin.
Mitraniyeta Dêrên Eremenî yên li Şamê (Ortodoksên Ermenî û Katolîkên Ermenî) jî li ser cejnê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de, hate diyarkirin ku ew ê hemû şahiyên cejnê betal bikin û tenê li dêran duayan bikin.
Li gorî daxuyaniyê ev biryar ji ber "şert û mercên ewlehiyê yên ku niha welat pê re rû bi rû ye" hate dayîn.
Beriya 2 rojan jî, çekdarên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê êrîşî xirîstiyanên li Siqêlibiyê yên Hemayê kirin.
Çekdaran dikanên wan wêran kirin, erebeyên wan şikandin û mal û milkên wan talan kirin.
Piştî vê bûyerê, xirîstiyan li gelek bajarên Sûriyê daketin qadan û piştgiriya xirîstiyanên Siqêlibiyê kirin.
Her wiha ji aliyên peywendîdar xwestin ku şerê mezhebî rawestînin.