Ji ber êrişa Îsraîlê li Tehranê ji girtîgeha Evînê 15 girtî winda ne

Berdevkê Desthilata Dadweriyê ya Îranê ragihand ku ji ber êrişa Îsraîlê ya li ser girtîgeha Evînê ya li Tehranê, ji 75 girtiyên reviyayî heta niha 15 kes winda ne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Berdevkê Desthilata Dadwerî ya Îranê Esxer Cehangîrî duh li ser girtiyên ku di dema êrişa Îsraîlê de ji Girtîgeha Evînê reviyane daxuyaniyek da.

Cehangîrî got ku di êrişa li Girtîgeha Evînê ya Tehranê de, 75 girtiyên ku di dema êrişê de li hewşa girtîgehê bûn, reviyan û 58 kes ji wan hatin dîtin.

Cehangîrî derbarê çarenivîsa kesên winda de wiha axivî:

"Heta niha 15 girtiyên reviyayî yên Girtîgeha Evînê nehatine dîtin û 14 ji wan ji ber pirsgirêkên darayî di girtîgehê de bûn."

Îsraîlê di 13'ê Hezîrana 2025'an de, êrişî Îranê kir û Îranê jî bi mûşekên balîstîk û dronên bombebarkirî bersiv da.

Her wiha di 23'ê Hezîranê de, girtîgeha Evînê ji aliyê Îsraîlê ve hat bombebarankirin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24