Rubio: Xebata domandina peymana agirbersta Xezeyê berdewam dike

Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio, ji bo domandina pêşketina peymana agirbesta Xezeyê ya di navbera Îsraîl û Hemasê de, serdana Îsralê dike. Li aliyekî din jî, Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump, tekez kir ku Îsraîl wê Şerîaya Rojava tevlî sînorên xwe neke.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ji bo domandina peymana agirbesta li Xezeyê û derbaskirina astengiyên pêkanîna wê, Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio serdana Îsraîlê dike.

Marco Rubio tekez kir ku ji bo domandina pêşketina di peymana agirbesta Xezeyê ya di navbera Îsraîl û Hemasê de, xebat berdewam dike.

Hevdîtina xwe ya bi Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu re duh li Orşelîmê, Rubio got: "Em ji hêza xwe ya derbaskirina dijwarîyên têkildarî peymana Xezeyê bawer in."

Rubio zêde kir ku Serokê Amerîkayê Donald Trump pêkanîna peymana Xezeyê dide pêşiyê.

Li aliyekî din jî, Desteya Weşanê ya Îsraîlê eşkere kir ku îstîxbarata Îsraîlî, Cîgirê Serokê Amerîkayê J.D. Vance ji zehmetiya derbasbûna qonaxa duyemîn a peymana Xezeyê agahdar kiriye.

Desteyê da zanîn ku îstîxbarata Îsraîlê çavdêrî kiriye ku Hemas agirbestê ji bo ji nû ve avakirina xwe û hewldanên ji nû ve ava kirina tunelan, bi kar tîne."

Trump: Îsraîl wê Şerîaya Rojava tevlî sînorên xwe neke

Her wiha piştî ku cîgirê serokê Amerîkayê rexne li dengdana Knessetê ya ji bo tevlîkirina Şerîaya Rojava kir, Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump tekez kir ku Îsraîl wê Şerîaya Rojava tevlî sînorên xwe neke.

 Her wiha Trump gef li Îsraîlê xwar ku ger ew gav bavêje, wê hemû piştgiriya Amerîkî winda bike.

"Netanyahu neçar ma planê qebûl bike"

Derbarê peymana Xezeyê de, Trump destnîşan kir ku Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu neçar maye ku plana Amerîkî qebûl bike.

Her wiha Trump tekez kir ku divê Hemas pabendî peymanê bibe yan jî wê bi tunebûnê re rû bi rû bimîne.

"Tevlîkirina Şerîaya Rojava binpêkirineke eşkere ya qanûna navneteweyî ye"

Dewletên Ereb-Îslamî jî, biriyara Knessetê ya tevlîkirina Şerîaya Rojava, bi tundî şermezar kirin.

Nêzî 16 welatên Rojhilata Navîn û başûrê Afrîqayê, Lîga Dewletên Erebî û Rêxistina Hevkariya Îslamî,  bi daxuyaniyekê pejirandina serweriya Îsraîlê ya li ser Şerîaya Rojava ya dagirkirî, şermezar kirin.

Di daxuyaniya duh de, dewletên Ereb-Îsramî ev dengdan weke binpêkirineke eşkere ya qanûna navneteweyî bi nav kirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye