Gulan Bûdak di dema berxwedana xwerêveberiyê de ji aliyê dewleta Tirk ve hatibû qetilkirin.
Gulan Budak di 11’ê Sibata 2016’an de li navçeya Cîzîra Botanê ya Şirnexê jiyana xwe ji dest dabû, cenazeya wê li goristana bêkesan ya Rihayê hatibû veşartin. Li ser serlêdana malbatê piştî 9 salan şûnde cenaze hat girtin.
Cenaze ji aliyê Komeleya Alîkarî, Piştgirî û Çandê ya bi Malbatên ku Xizmên Xwe li Welatê Qedîm Winda Kirine (KATDER) û malbata Gulan Budak ve hate wergirtin û ber bi navçeya Kopê ya bajarê Muşê ve bi rê ketin.