Ayşegul Dogan û Sedat Başkavak têkildarî pêvajoya aşitiyê axivîn

Berdevka Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan Ayşegul Dogan û Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Kedê Sedat Başkavak, ji bo statuya Abdullah Ocalan axivîn. Aliyan diyar kir ku divê ji bo serkeftina pêvajoyê, statuya Abbullah Ocalan were naskirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ev demeke ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê didome.

Têkildarî pêvajoyê Berdevka Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan Aysegul Dogan û Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Kedê Sedat Başkavak axivîn.

Ayşegul Dogan: Ji bo avakirina aştiyê guhertin hewce dike

Berdevka Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan Ayşegul Doganê destnîşan kir ku ji bo pêşveçûna pêvajoyê statuya Damezrînerê PKK'ê Abdullah Ocalan hewcedariyeke bingehîn e û wiha axivî:

“Ji bo avakirina aştiyê û vebûna rêyên siyasî, divê şert û mercên birêz Ocalan werin başkirin.

Ji bo çareseriya van pirsgirêkan weke DEM Partî hewldanên me hene.”

Ayşegul Dogan: Pêvajo hewcedarî gavên nû ne

Ayşegul Doganê di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku ji bo çêkirina qanûnan divê gavên wêrek bêne avêtin û got:

“Em jî dibêjin divê pêvajoya çêkirina qanûnan dereng nemîne.

Divê siyaset gavên wêrek bavêje.

Divê li gor serdema nû gav bên avetin û zimanekî serdema nû bê bikaranîn.”

Ayşegul Dogan: Statuya Ocalan hewcedariya bingehîn e

Ayşegul Dogan ji bo statuya Abdullah Ocalan li hemberî pêşniyara Devlet Bahçelî bal kişand ser bêdengiya Erdogan û ev peyam da:

"Statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hewcedariyeke bingehîn e.

Divê heyeta wan jî demildest bi Rêberê Gelê Kurd re hevdîtinê pêk bînê."

Sedat Başkavak: Divê astengiya hevdîtinê bên rakirin

Di heman çarçoveyê de Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Kedê Sedat Başkavak, bal kişand ser qonaxa niha ya pêvajoyê û got:

"Divê statuya Ocalan bê naskirin û şert û mercên wî werin başkirin.

Divê hûn astengiyên ku rê li ber hevdîtinê bi aliyên cûda re digirin ji holê rakin."

Sedat Başkavak: Divê Ocalan azad bibe

Her wiha Sedat Başkavak destnîşan kir ku ji bo ku pêvajo pêşve biçe, divê Damezrînerê PKK'ê Abdullah Ocalan bê şert û merc nerîna xwe bîne ziman û wiha bi dawî kir:

"Divê Abdullah Ocalan bi her kesê ku ew dixwaze re bicive.

Divê hawirdor ji bo vê yekê bê amadekirin.

Heta ku ev neyê kirin, dê guman bi her kesî çêbibe."

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye