Konferans, di 27ê Tebaxê de, bi beşdarbûna gelek kesayetiyên siyasî yên Kurd, Iraqî, navneteweyî û Ereb, li Silêmaniyê hat lidarxistin û çar rojan berdewam kir.
Bafil Talebanî diyar kir ku partiya YNK li ser bingeha fedakarî, dîsîplîn û xizmeta gel hatiye damezirandin û bi ruhê reform û yekîtiyê ji nû ve tê avakirin.
Talebanî behsa Krîza mirovî ya li Xezeyê kir û got “Divê em hovîtiya 7ê Çile ji bîr nekin, lê nabe ku bersiva hovîtiyekê bi hovîtiyeke din be.”
Derbarê Sûriyê de jî, da zanîn ku ew hêvîdar e hikûmeta nû bi ser bikeve.
Serokê YNKê di dawiyê de bang li komîteyê kir ku bi lezgînî bicive, planekê amade bike û dest bi xebatan bike.