Hêzên Ewlekariya Hindirîn bi daxuyaniyekê diyar kir, 33 kesên xwedî nasnameyên Sûrî, hewil dan ji Kampa Holê birevin, lê hêzên Asayişê ev hewildan pûç kirin.
Li gorî daxuyaniyê ev kom ji 11 jin, 21 zarok û mêrekî pêk dihat.
Piştî girtina wan, ev kes mikur hatin, ku ew ji 3 rojan ve hewil didin ji kampê birevin lê derfet bi dest wan nediket.
Hêzên Ewlekariya Hindirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dan zanîn, lêpirsîn berdewam dikin.