Du roj in agir bi çiyayê Hesarî ketiye

Li navçeyeke Pênciwên û li çiyayê Hesarî Sekran ê devera Balekayetî li Başûrê Kurdistanê, agir bi daristan û zeviyên çandiniyê ket û heya niha jî berdewam e.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di derbarê vê mijarê de, berpirsê parastinê yê şaredariya Soran a girêdayî parêzgeha Hewlêrê, Karwan Mîrawdelî ji Rojnewsê re daxuyakirin ku ev du roj in, agir bi çiyayê Hesarî Sekran ê devera Balekayetî ketiye. 

Li gor berpirsên deverê, metirsî heye, ku ev agir bigihê wan cihên ku mayîn tê de hene û heger zû neyê kontrolkirin, egera wê yekê heye ku ew mayîn biteqin û metirsiyê li ser jiyana gelê deverê çêbikin.

 Li navçeya Pênciwîn a Silêmaniyê agireke mezin çêbû

Lii navçeya Pênciwên a girêdayî parêzgeha Silêmaniyê jî agirekî mezin bi zeviyên çandiniyê ketiye û heya niha 500 donim şewitîne.
 
Heya niha jî sedema şewatê nehatiye diyarkirin, lê Rêveberiya Polîs û Daristanan dest bi lêkolînê kiriye.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24