Zêdeyî 400 gundên Behdînanê di bin dagîrkeriya Artêşa Tirkî de ne

Zêdeyî 400 gundên Behdînanê, di encama dagîrkeriyên leşkerî yên Tirkiyê de, ji niştecihên wan ên resen hatine valakirin û destûr nayê dayîn ku ji bo serdanê jî vegerin ser axa xwe. Hikûmeta Başûrê Kurdistanê û ya Îraqê jî der barê vê mijarê de bêdengî hilbijartine.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Tevî Pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk, her wiha biryara hikûmeta Îraqê ya ji bo derketina hêz, artêşên leşkerî û çekdarên biyanî ji nava xaka Îraqê, lê dewleta Tirkî li herêmên Behdînanê berdewam e.

Hikûmeta Herêmê û ya Îraqê bêdengî hilbijartine

Niştecihên wan gundên ku ji aliyê dewleta Tirkî ve hatine koçberkirin, rexne li bêdengiya desthilatên Herêma Kurdistanê û Îraqê dikin û dibêjin:

"Ev wêrankariya ku li herêmê tê dîtin, diçespîne ku Tirkiye naxwaze pirsgirêkê bi rêyên siyasî çareser bike."

Şewitandina rez û baxan armanca wê koçberiya xelkê ye 

Dîsa waletiyan diyar kir ku dewleta Tirkî rez û baxên wan talan dikin, darên sedsalî dibirin û dibin Tirkiyê.

Welatiyan da zanîn ku dewleta Tirkî bi beldozeran, bi tankan daristanên wan têk dibin û ji ber teqînan jî gelek kanî miçiqîne, bi vê yekê armanc dikin ku gel nema vegerin ser milkên xwe.

Tirkiye naxwaze pirsgirêkê bi rêyên siyasî çareser bike

Gundiyên Behdînanê di navbera mirina hawîrdorê, windakirina axê û xemsariya desthilatê de, bûne qurbaniyên lîstikeke mezin ku tê de aştî ji bo xapandina raya giştî tenê dirûşmek e. 

Dagîrkerî bost bi bost axa Behdînanê girtiye û roj bi roj jî berfirehtir dibe.

Li gorî şopandina meydanî û bi sûdwergirtina ji dane û zanyariyên gundiyên wê herêmê, amara wêrankarî û valabûna gundên li ser sînorê Behdînanê li gorî navçe û nahiyeyan, bi vê şêwazê dabeş dibe:

Ji tevahiya 310 gundên li ser sînorê navçeya Amêdiyê,

zêdeyî 240 gund li nahiyeyên Dêrelûk, Şêladiz, Kanîmasî û Bamarnê hatine valakirin.

Li nahiyeyên Batîfa, Bêgova û Derkarê yên li ser sînorê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê, 90 gund ji ber dagîrkeriyê ji avadankirin û jiyanê ketine û bûne herêmên qedexekirî.

Li Deşta Nehlê û nahiyeya Dînahrtê ya ser bi navçeya Akrê ve, nêzîkî 60 gund ji ber bombebaran û dagîrkeriyên Tirkiyê neçar mane ku niştecihên wan dev ji cihên xwe berdin.

Li ser sînorê nahiyeya Etrûşê ya li navçeya Şêxanê, zêdeyî 10 gund weke herêmên qedexekirî hatine diyarkirin.

Ev hejmar ne tenê amareke asayî ne, lê amara dagîrkeriyeke sîstematîk û tirsnak in li nava kûrahiya xaka Başûrê Kurdistanê. 

Hevdemî vê, jêbirina jiyan, avadankirin û nasnameya kurdewariya bi sedan gundan e ku rojekê ji rojan stûna aborî, xwarin û berhemên bajaran bûn û mertalê parastina rûbar, çiya û herêmên sînorî yên Başûrê Kurdistanê bûn.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – Nuce 24