Li Bakûrê Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê komîteyên amadekar ji bo beşdariya Newrozê bang kirin.
Endamê Komîteya Amadekar a Newroza Amedê Becet Barût, ji bo Newroza 2026'an û amadekariyên berdewam ên Newrozê wiha anî ziman:
“Em weke komîteya amadekar daxwaz dikin ku Birêz Ocalan bi awayekî zindî beşdarî pîrozbahiya Newrozê bibe û bi awayekî rasterast peyama xwe bide. Têkildarî vê mijarê hevdîtin berdewam dikin.”
Her wiha Newroza sala 2026’an ligel hêviya bidawîkirina pêvajoya şer û pevçûnan a 50 salan û danîna çekan xwediyê wateyeke gelekî mezin e.’’
Endamê Komîteya Amadekariya Newroza Amedê Becet Barût di dawiya axaftina xwe de bang li gel kir ku bi awayekî xurt beşdarî pîrozbahiya Newroza Amedê bibin û got:
‘’Ji ber vê yekê ji bo xwedîlêderketina pêvajoya nû û bersivbûnê em hemû gelê xwe vedixwînin qada Newrozê”
Bayindir: Riya rizgariya ji şerê Rojhilata Navîn yekîtiya Kurdan e
Her wiha Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî ji bo Newroza Amedê ku dê daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bê kirin, banga tevlîbûneke xurt kir û wiha axivî:
“Ev Newroz dê bibe Newroza gelê Kurd û azadiya xwe bi dest bixe. Rêya rizgariya ji vî şerê li Rojhilata Navîn didome, yekîtiya gelê Kurd e.”
'Helwesta me li hemberî qirkirina li ser gelê Kurd e'
Ji aliyeke din li Rojavayê Kurdistanê jî amadekariyên Newrozê ber bi dawî ve hatine.
Têkildarî amadekariyan Endama komîteya amadekar a Newrozê ya herêma Cizîrê Şêrîn Dawûd têkildarî tevlêbûna pîrozbahiyên Newrozê wiha got:
"Helwesta me ya derketina li hemberî êrişên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd e. Bi saya fikra Rêber Apo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku tê de banga yekitiya gelê Kurd jî kir, em jî li ser vê bangê Newroza xwe pîroz dikin.”