PAJK: Bi rihê berxwedanê wê Newroz were pîrozkirin

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK)`ê, bi boneya 21'ê Adarê Cejna Newrozê peyamek weşand û wiha eşkere kir: "Newroz têkoşîna gelê Kurd a di bin pêşengiya jinan de tenê ne cejneke e, bûya sembola vejîn, berxwedan, ji nû ve zayîn û navê jiyana azad.”

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinên Kurdistan (PAJK) bi boneya 21'ê Adarê Cejna Newrozê daxuyanî da.

 

 

'Divê zagonên ku rê li ber azadiyê vedikin werin bidestxistin'

 

 

PAJK'ê diyar kir ku banga 27'ê Sibatê dikeve sala xwe ya duyemîn û piştî Newrozê dewleta Tirkiyê bi îhtîmaleke mezin dê qanûnên entegrasyona demokratîk bîne rojeva Meclisê û wiha hat destnîşankirin:

 

“Mafê hêviyê û bicîhanîna biryarên DMME û Dadgeha Destûrî jî di rojeva wan de ne.

Ji bo ku pêvajo pêş bikeve, divê qanûnên ku rê li ber azadiya fîzîkî ya Rêber Apo vekin werin derxistin û statuya muzekerevanê me yê sereke Rêber Apo were zelalkirin. Em jin jî dê bi têkoşîn û çalakiyên xwe vê Newrozê bikin Newrozeke ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger dike.”

 

 

 

'Em îsal bi kaosa Rojhilata Navîn re dikevin cejna Newrozê'

 

 

 

PAJK'ê têkildarî şerê li herêmê jî ev peyam da:

 

"Em îsal bi kaosa Rojhilata Navîn re dikevin Cejna Newrozê ya ku ne tenê ji bo Kurdan, lê ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn sembola vejînê ye.

 

Ji aliyekî ve polîtîkayên hêzên statukoparêz gelên herêmê dixeniqînin; ji aliyê din ve jî hêzên hegemonîk ku kapîtalîzma hov temsîl dikin, careke din gelên herêmê dixe nav dorpêçekê.

 

Di encama vê dorpêçê de ya ku dikeve para gelan mirin, koçberî û wêrankirina aborî ye. Jin, wekî beşa herî zêde ji vî şerê bandor bûye di riyên koçberiyê de, di kampan de ji bo yên ku şer dikin weke xenîmeta sereke ya şer tên dîtin."

 

 

 

'Di şerê Îranê de em ji bo mafê Kurdan têdikoşin'

 

 

PAJK'ê daxuyand ku bi boneya şerê Îsraîl-DYA û Îranê gelê Kurd nîqaş tê kirin û ev nirxandin kir:

 

“Li Îranê rewşa Kurdan tê nîqaşkirin, li hemberî Kurdan nêzîkatiyên pragmatîst jî berdewam dike. Ji bo avakirina yekitîyeke demokratîk a Îranê ya li ser bingeha mafên gelê Kurd, têkoşîneke bênavber tê meşandin.”

 

 

'Jin baskê herî bibandor ê tekoşînê ye'

 

 

Li ser têkoşîna jinan PAJK'ê bi bîr xist ku di dînamîkên şer û kaosê de, jin baskê herî bibandor ê berxwedan û têkoşînê ne û wiha bibîrxistin:

 

“Şoreşa jinan a Rojava û serhildanên Jin Jiyan Azadî yên Rojhilatê Kurdistanê di gerdûnîkirina têkoşîna azadiya jinên Kurd de roleke sereke lîstin. Hemû jinên li çar aliyê cîhanê li dora nirxên azadiyê kir yek.

 

 

'Bi wesîla Newrozê em caraeke din derdikevin li dijî şer'

 

 

PAJK'ê di dawiyê de wiha bengewaziya xwe bidawî kir:

 

"Em di pêvajoyekê de ne ku jinên Kurd dê careke din rola xwe wekî pirek azadiyê bilîzin ku ji 8’ê Adarê heta Newrozê dirêj dibe.

 

Em bawer dikin ku bi rihê berxwedanê, hêza hevgirtin û tifaqê, helwesta siyasî û rêxistinî ku jinan derxistiye holê wê vê Newrozê bikin Newroza azadiyê.

 

Bi wesîleya Newrozê, em careke din teqez dikin ku em ê li dijî şer û kapîtalîzma hovane aştî û jiyanek demokratîk ava bikin."

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye