Meş bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) ku bi dirûşmeya 'Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin' ji Amedê ber bi Enqereyê ve destpê kir û di roja 3'yemîn de ye.
Jin li navçeya Xelfetî ya Rihayê gihîştin Amarayê ku mala Rêber Apo lê ji dayikbû û li hewşa malê wêneyekî mezin ê Rêber Apo daliqandin.
Parlamentera DEM Partiyê Bêrîtan Guneş Altin li vir daxuyanî da û got, "Di roja sêyemîn de em li Amarayê ne ku xakeke pîroz e ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd lê destpê kir. Em zanin ku îro bi saya têkoşîna wan, em xwedî hêviya aştî û wekheviyê ne.”
Bêrîtan guneş Altin da zanîn ku dengê jinên enternasyonal wê bigihêje armanca xwe û Azadiya Rêber Abdullah Ocalan wê pêk were.
Jinan piştî daxuyaniyê meşa xwe ya ber bi Enqereyê ve dewam kirin.