HDK'ê deklarasyona 8'ê Adarê eşkere kir

Meclîsên Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) deklarasyona 8'ê Adarê li navenda xwe ya li navçeya Beyoglu ya Stenbolê eşkere kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

HDK'ê deklarasyona 8'ê Adarê eşkere kir

 

 

Meclîsên Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) deklarasyona 8'ê Adarê li navenda xwe ya li navçeya Beyoglu ya Stenbolê eşkere kir.

 

Di çalakîyê de, Hevberdevka HDK'ê Meral Daniş Beştaş, rêveberên HDK'ê, aktivîstên TJA'yê, rêveberên DEM Partiyê, endam û nûnerên saziyên jinan û gelek jin tevlî daxuyaniyê bûn.

 

Daxuyanî, ji aliyê endama Koordînasyona Jinan a HDK'ê Hêlîn Oluk ve hat xwendin.

 

"Bijî têkoşîna rizgariya jinan"

 

Hêlîn Onukê di destpêka daxuyaniyê de jinên ku di sala 1857'an de ji bo mûçeyên wekhev ketibûn grevê, xwişkên Mîrabel û jinên ku li Rojava ji bo jiyaneke azad têdikoşin silav kir û got:

 

"Em îro, jinên ku ji ber têkoşîna xwe ya ji bo azadî, wekhevî û sosyalîzmê di girtîgehê de ne silav dikin. Em li dijî operasyonên siyasî ne.

 

Îsal, em ê 8'ê Adarê bi berxwedan, hevgirtin û parastina xwe pîroz bikin.

 

Her sal, jin û kesên LGBT+ derdikevin meydan û kolanan û li dijî baviksalarî, şer û îstismarê qîr dikin 'Bijî têkoşîna rizgariya jinan'.

 

Di sala 2025'an de, ji ber şîdeta mêran herî kêm 299 jin û 64 zarokan jiyana xwe ji dest dan.

 

Di mehên pêşîn ên sala 2026'an de, şerên herêmî dijwartir bûn û barê polîtîkayên şer ket ser milê jinan. Lê belê, hevgirtina jinan sînoran derbas dike."

 

 

"Kuştina jinan encama hêrseke takekesî nîne, polîtîkayeke taybet e"

 

Her wiha Hevberdevka HDK'ê Meral Daniş Beştaşê jî axivî û got:

 

"Em îro di nava qeyranê de ne. Lê qeyran gelemperî li ser milê jin, ciwan û kedkaran e.

 

Tenê duh li Tirkiyê, 6 jin hatin kuştin. Ev hejmar ne tenê îstatîsk in.

 

Kuştina jinan encama hêrseke takekesî nîne, polîtîkayeke taybet e."

 

Meral Daniş Beştaşê, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser banga Rêberê Damezrîner ê PKK’ê Abdullah Ocalan a 27'ê Sibatê û anî ziman ku azadiya jinan ne pêkan e ku bêyî civakeke demokratîk were bipêşxistin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye