Li Qamişloyê ji bo piştgiriya YPJ`ê meşeke girseyî hat lidarxistin

Li Qamişloyê ji bo piştgiriya YPJ’ê meşeke girseyî hat lidarxistin. Beşdaran daxwaza bicihkirina YPJ’ê di wezareta parastinê ya Sûriyê de kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Kongra Star li Qamişloyê meşek li dar xist.

Bi sedan şêniyên bajêr û şervanên YPJ'ê beşdarî meşê bûn. 

Meşê li çerxerêya Sonî dest pê kir û ber bi çerxerêya Şehîdan ve çû.

Di çalakiyê de endama Kongra Star Cewahir Osman axivî û diyar kir ku jin nûnertiya xwe ya rastîn di YPJ`ê de dibînin. 

Her wiha da zanîn ku divê YPJ`ê di nav wezareta parastinê ya Sûriyê de cih bigire.

Cewahir hişyarî da ku dûrxistina YPJ`ê dê rola jinan di destûra nû de paşguh bike.

 Her wiha bang li hikumeta veguhêz kir ku nêzîkatiya xwe di vî warî de biguherîne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye