Kampanaya jinên Sûriyeyê bi çalakiyên cuda didome

Kampanyaya "Em ê Sûriyeyeke Azad, Demokratîk, Nenavendî ava bikin" ku Kongra Star û Kombûna Jinan a Zenûbiya dabûn destpêkirin, bi panel, nivîsandina name û gotaran didome. Ji rêxistinên jinan û aktîvîstên jin ên ji Ewropayê û Rojhilata Navîn jî vîdeoyên piştgiriyê tên şandin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di 20’ê Îlona 2025` an de Kongra Star û Kombûna Jinan a Zenûbiya li bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê konferansa "Hevgirtina jinan bingeha avakirina edalet û demokrasiyê ye li Sûriyeya nenavendî û yekgirtî" li dar xistin.

Gelek siyasetmedar, hiqûqnas, rewşenbîr, endamên eşîrên Ereban ên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Heleb, herêma peravê û Şamê, derdora 700 delege beşdarî konferansê bûn. Jinên ji Siwêdayê jî bi rêya Zoomê beşdar bûn.

Yek ji encamên konferansê destpêkirina kampanyayeke ji bo nenavendîbûna Sûriyeyê û di pêşeroja Sûriyeyê de rola jinan bû.

Di 12’ê Cotmehê de Kongra Star û Kombûna Jinan a Zenûbiya kampanyaya "Em ê Sûriyeyeke Azad, Demokratîk û Nenavendî ava bikin" bi daxuyaniyan li Reqa û Qamişloyê, dan destpêkirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dê pêngav heta 12’ê Mijdara 2025’an bidome û dê ji qonaxan pêk bê.

 

Jin ji pêkhatiyên cûda beşdarî kampanyayê bûn

 

Li gorî agahiyên ku ji Kongra Star hatiye wergirtin, jinên li peravê ji ber metirsiya Hikumeta Veguhêz a Şamê nikarîbûn vîdeoyên piştgiriyê bişînin.

Jinan di vîdeoyan de mijarên mafên jinan, rolê jinan di avakirina Sûriyeya pêşerojê de, Sûriyeyeke nenavendî nîqaş kirin. Bi vî awayî qonaxa yekemîn a hemleyê xilas bû.

Di çarçoveya qonaxa duyemîn de, 19’ê Cotmehê paneleke online pêk hat. Jinên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê, jinên Elewî û Durzî, jinên ji Ewropayê beşdarî panelê bûn.

Armanca panelê ew bû ku daxwazên jinên Sûriyeyê bigihînin saziyên eleqeder ên navneteweyî, saziyên parastina mafê mirovan û mafên jinan.

Di qonaxa sêyemîn de jî dê li Reqayê panelek pêk bê. Hîna dema lidarxistina panelê ne diyar e.

Ji Almanya, Îtalya, Belcîka, Afrikaya Başûr, Awisturya, Hollanda, Brîtanya, Katalonya, Iraq û Lubnanê, gelek rêxistinên jinan û aktîvîstên jin bi vîdeoyan piştgirî dane kampanyayê.

Bi giştî ji Sûriyeyê 15 beşdarbûnên bi vîdeoyê, ji derve Sûriyeyê bi 25 vîdeoyan piştgirî hatiye kirin. Hîna beşdarbûn û piştgirî didomin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye