Ji destpêka meha Tîrmehê ve li Amedê yek jê zarok 3 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin, jinek jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da.
Jinên ku rastî tundiyê tên û di bin gefê de ne bi serlêdanên rêveberiyên herêmî û Baroya Amedê piştgiriyê digirin.
Îsal ji meha çileyê ve 700 jinan serî li baroya alîkariyê ya edlî dan. Ji sedî 90’î van serlêdanan ji serlêdanên fîzîkî, zayendî û psîkolojîk pêk tên yên din jî serlêdanên hevberdan û gefê pêk tên.
Talay: Tundiya Zayendî ji ya fizîkî û pîskolojîk zêdetir e
Hat diyarkirin ku hejmara serlêdanên jinan piranî ji bo tundiya pîskolojîk û fîzîkî serlêdan dikin, lê fedî dikin ku derbarê tundiya zayendî de biaxivin.
Endama Lîjneya Rêveberiya Navendî ya Mafên Jinan a Baroya Amedê Cansel Talay girêdayî mijarê axivî û got:
“Ev hejmar tenê serlêdanên ji bo baroyê hatine kirin serlêdanên ku ji gund, navçe û ji saziyên din ên jinan re hatine kirin, ne di nav vê daneyan de ne. Ji ber vê yekê rastiya van daneyan zêdetir in.”
Rewşa tundiyê metirsîdar e temen her diçe kêm dibe
Talay di nirxandinên xwe de got:
“Jin di dema serlêdanê de herî rehet dikarin tundiya psîkolojîk bînin ser ziman. Ji ber ku tundiya psîkolojîk dikeve nava tundiya bi awayên din.
Di tundiya dijîtal de jî zêdebûneke pir cidî heye di rapora hevpar de ku me di Mijdara 2024’a de bi saziyên jinan re amade kir, me dît ku tundiya dijîtal sê qat zêde bûye.”
Talay di berdewamiya axiftinên xwe de diyar kir ku kuştinên jinan û tundiya zayendî di demên dawî de zêde dibin û got:
“Ev rewş metirsîdar e temen her ku diçe kêm dibe û ji dibistanên amadeyî serlêdanên tundiya zayendî û dijîtal ên bi rêya mamosteyên rehberê têne kirin zêde dibin.
Li zanîngehan jî ji ber ku mekanîzmayên serlêdanê tune ne dane nayên berhevkirin û xwendekarên ku ji derveyî bajêr tên di xwe gihandina mekanîzmayên piştgiriyê de zehmetî dikişînin.”
Talay: Jin ji ber jin in tên qetilkirin
Talay mînaka Îtalyayê nîşan da û diyar kir ku divê ceza werin zêdekirin û tehliye werin zehmetxistin û axaftina xwe wiha bidawî kir:
“Jin ji ber jin in tên qetil kirin ji ber bê cezatiyê û qanûnê kujer piranî negirtî tên darizandin û delîl tune dibin yan jî bi cezayên kêm bi encam dibe.”