Leyla Qasim di sala 1952`yan de li Xaneqînê ji dayîk bûye.
Ew di nava malbatê de, keçeke bi tenê bû.
Keçeke zîrek û xwedî ramanên neteweyî bû.
Tevî ku malbateke xizan bûn jî, bavê Leylayê dixwest ew bixwîne.
Piştî ku Leyla dibistana seretayî qedand, ew tevî malbata xwe ji ber xizaniyê di sala 1958`an de koçî Bexdayê bûn.
Wê dibistana amadeyî li Bexdayê qedand.
Di sala 1970`yî de wê li Zanîngeha Bexdayê beşa Sosyolojiyê qezenc kir.
Leyla dema ku 20 salî bû, Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê nas kir û gotarek nivîsand.
Wê gotara xwe li ser dijminatiya Sedam Husên a bi gelê Kurd re nivîsand û ji ber vê yekê hat armancgirtin.
Li dijî rejîma Baasê, bi taybetî ji bo mafên jinan û azadiya Kurdistanê têkoşiya.
Girtin û pêvajoya dadgehkirinê
Leyla Qasim ji bo ku balê bikişîne ser komkujiya li dijî gelê Kurd, gelek kar û xebat kir.
Di bihara sala 1974an de, Leyla û 4 hevalên wê (Narîman Fûad Mestî, Hesen Hemereşîd, Azad Silêman Mîran û Cewad Hemewendî) ji aliyê rejîma Sedam Husên ve hatin girtin.
Dema ku ew li girtîgehê bûn, bi êşkenceyên mezin û dijmirovî re rû bi rû man.
"Hûn bi kuştina min, bi hezaran Kurdên din şiyar dikin"
Leyla Qasim jineke têkoşer û bi cesaret bû, dema ku îstîxbarata rejima Baasê ew dabûn ber lêpirsînê, Leyla Qasim ji wan re wiha gotibû:
"Hûn bi kuştina min, bi hezaran Kurdên din şiyar dikin.
Ez gelek kêfxweş û serbilind im ku ez ê giyanê xwe fedayê rizgariya Kurdistanê bikim."
Rejima Baasê ji bo çavtirsandina gelê Kurd û bi taybetî ciwanan, tevî ku 2 hefte di ser girtina Leyla Qasim û hevalên wê re derbas nebûbûn jî, biryara bidarvekirinê li Leyla Qasim û hevalên wê birîbû.
"Netirsin, ez dibim bûka Kurdistanê"
Di saet 07:00’ê sibeha 12’ê Gulana 1974’an de, Leyla Qasim û çar hevalên wê hatin bidarvekirin.
Beriya ku biçe ser sêdarê, Leyla kincên xwe yên Kurdî li xwe kirin, Sirûda "Ey Reqîb" xwend û ji malbata xwe re got:
"Netirsin, ez dibim bûka Kurdistanê."
Leyla Qasim bû stêrka geş a ezmanê Kurdistanê
Piştî darvekirina wê, Leyla bû sembola jinên şoreşger.
Bi hezaran malbatên Kurd navê "Leyla" li keçên xwe kirin.
Leyla bû sirûşa helbestvanên mezin, mîna Hêmin Mukriyanî (Helbesta "Leylê") û gelek hunermendên din.
Ew her çiqasî hat sêdarekirin jî, lê kenê wê yê li hemberî sêdarê, îro li ser rûyê her jineke Kurd a azadîxwaz dijî.