Çavdêriya Mafên Mirovan a Îraqê daneyên li ser "tundiya malbatî" ya sala 2025’an weşand.
Rêxistinê diyar kir ku hejmarên hatine weşandin tenê dozên fermî yên ku mexdûran cesaret kirine ku wan rapor bikin vedihewîne û hejmara rastîn pir zêdetir e.
Li gorî daneyên Çavdêriyê, dozên tundiya malbatî li Îraqê di sala 2025’an de gihîştiye astek xeternak.
Di sala 2025’an de bi tevahî 36 hezar û 289 doz hatine tomarkirin
Li gorî 14 hezar dozên ku di sala 2024’an de hatine tomarkirin, di sala 2025’an de bi tevahî 36 hezar û 289 doz hatine tomarkirin.
Daneyên ku hatine tomarkirin bi vî rengî ne:
19 hezar û 587 êrîşên mêran li dijî jinan
5 hezar û 918 êrîşên jinan li dijî mêran hatine tomarkirin.
Şideta li dijî dê û bav; 3 hezar û 112 doz ji hêla kur û 531 doz ji hêla keçan ve hatine kirin.
Di nav xwişk û birayan de, hezar û 583 êrîşên mêran li dijî xwişkan û 725 doz ji hêla xwişkan ve li dijî birayan hatine tomarkirin.
Bûyerên tundiya li dijî zarokan jî gihîştine astên metirsîdar
Bûyerên tundiya li dijî zarokan jî gihîştine astên metirsîdar.
Hezar û 282 doz ji hêla bavan û 559 doz ji hêla dayîkan ve hatine kirin.
2 hezar û 992 dozên cûda yên tundiya navmalî hatine tomarkirin.
"Metirsiya derketina çerxek tundiyê ya hîn mezintir heye"
Rayedaran nebûna zagoneke taybet ji bo têkoşîna li dijî tundiya navmalî û madeya 41’an a Zagona Ceza ya Îraqê ku destûrê dide "mafê terbiyekirinê", wekî yek ji sedemên herî girîng ên zêdebûna şîdetê destnîşan kir.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Îraqê her wiha tekez kir ku nebaşiya stargehên dewletê û zexta êşîran bûye sedem ku gelek qurbanî bêdeng bimînin.
Herî dawî rêxistinê hişyarî da ku ev rewş di pêşerojê de metirsiya derketina çerxek tundiyê ya hîn mezintir derdixe holê.