Duh li Washîngtonê, yekem civîna "Konseya Aştiyê" bi serokatiya Serokê Amerîkayê Donalnd Trump hat lidarxistin.
Civînê nûnerên nêzîkî 47 welatan anî cem hev, ku hin ji wan endamên Konseyê ne, yên mayî jî wekî çavdêr an beşdarên giştî beşdar bûn.
Yekîtiya Ewropayê jî wekî çavdêr beşdar bû.
Di rûniştinê de, peyamên hem eşkere û hem jî yên nepenî ji bo amade û ne amadebûyan, ku ji aliyê Trump û axaftvanên din ve hatin dayîn, hatin dîtin.
Serokê DYA’yê Donald Trump bi gotina "Divê em bi Îranê re peymanek baş bikin, çêtire ku tiştên xirab rû bidin" gef li Îranê kir.
Serokê Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê (DYA) Donald Turmp di daxuyaniya piştî civînê de bi vekirî got:
"Wê di nav 10 rojên pêşiya me de diyar bibe bê ka em ê li hev bikin an na.”
Netanyahu hişyarî da Îranê
Li aliyê din, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu beriya destpêkirina civîna konseyê, helwestên hişk nîşan dan.
Netanyahu têkildarî dosyeya Îranê got: “Eger Îran şaşiyekê bike û êrişî me bike, ew ê bersiveke ku nikare texmîn bike bibîne.”