Hêzên Amerîkî gule li keşteya îranî da

Li gorî CBS News, du berpirsên Amerîkî gotin ku keştiyeke Îranî bi awayekî xeternak nêzîkî keştiya balafirhilgir a USS Abraham Lincoln bûye, ji ber vê yekê hêzên Amerîkî gule lê reşandine.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Herdu rayedaran, ku bi şertê navên wan neyê eşkerekirin diyar kirine ku keştîyeke Hêzên Deryayî yên Amerîkî hewl da ku bi topa xwe ya deryayî ya Mark 45 a 5 înç keştîya Îranî bike hedef.

 

Lê çend caran gule negihîştin hedefê.

 

Hat zanîn ku helîkopterek bi mûşekên Hellfire hatiye avêtin û bi du mûşekan li keştiya Îranî daye.

 

Rewşa keştiya Îranî û ekîba wê hîn nayê zanîn. Bûyer di destpêka vê hefteyê qewimiye.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye