Projeya hikûmetê malbatên şehîdên kîmyabarana Helebceyê deyndar kirine

Rêveberê Rêveberiya Giştî ya Şehîd û Enfalkiriyên Helebceyê Kameran Mistefa da zanîn ku zêdetirî 14 salane ew xaniyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê soz dabû ku , ji bo malbatên Şehîdên Helebceyê çêbike, lê heta niha hîna jî nehatine temamkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Beriya 14 salan Hikûmeta Herêma Kurdistanê projeyek ji bo avakirina xaniyan ji bo 407 malbatên şehîdên kîmyabarana Helebceyê ragihand.

Hikûmetê di sala 2012’an de dest bi avakirina van xaniyan ji bo malbatên şehîd û qurbaniyên êrişa kîmyayî kir.

Ji bo avakirina xaniyan parçeyek erd û mîqdarek diyarkirî pere dan wan.

Ji bo her xaniyekê 23 hezar dolar hatibû dayîn. Bi sê qonaxan pere hatin dayîn.

Li gel projeyê, malbatan kelûpelên malê bi deyn ji bazarê kirîn.

Heta niha tenê qerqodeya xaniyan hatiye çêkirin. Ev xanî niha bûne kavil û nehatine temamkirin.

 

Zerdoyî: Malbatên şehîdan niha deyndar in û nikarin biçin bazarê

 

Xwediyê yek ji wan xaniyan ku hikûmetê dane wî Sîrwan Zerdoyî li ser vê mijarê wiha axivî :

“Di sala 2014’an de ji ber şerê DAIŞ’ê, pere ji bo me xerc nekirin. Niha xanî hemû bûne kavil.

Malbatên şehîdan niha deyndarin û nikarin biçin bazarê.

Di sala 2012’an de me deyn girtine, em nizanin kengê bidin.

Ji ber deynên van xaniyan, em bi pirsgirêkan re rû bi rû mane.”

Sîrwan Zerdoyî hişyarî da hikûmet û aliyên peywendîdar û wiha lê zêde kir:

“Ger daxwazên me yên ji bo temamkirina xaniyan neyên bi cih anîna, wek malbatên şehîdan emê rê nedin ku bîranîna 16’ê Adarê bi hêsanî were kirin.”

Di derbarê mijarê de Rêveberê Rêveberiya Giştî ya Şehîd û Enfalkiriyên Helebceyê jî axifî.

 

Mistefa: Em piştgiriya daxwazên malbatên şehîdan dikin

 

Rêveberê Rêveberiya Giştî ya Şehîd û Enfalkiriyên Helebceyê Kameran Mistefa da zanîn ku piştî zêdetirî 14 salan heta niha jî, ew xanî ji bo wan nehatine temamkirin û wiha domand:

“Mijara xaniyek ji bo şehîdan, pirsgirêkek mezine. Em piştgiriya daxwazên malbatên şehîdan dikin.

Beşek mezin ji wan ziyanên mezin lêketine û xwediyên wan daxwazên xwe bi rêya Wezareta Şehîdan pêşkêşî Encûmena Wezîran kirine.”

Kameran Mistefa diyar kir ku hêvîdarin di demek nêz de qonax bi qonax bersiva daxwazên wan bidin û wiha got:

“Li gorî rêjeya pereyê ku ji her yekî re hatiye veqetandin, ji bo hikûmetê ne zêde ye. Lêçûn 105 milyon dolare.”

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye