YRK: Ger êrîş dewam bikin, em ê bersiva pêwîst bidin

YRK’ê derbarê êrîşên artêşa Îranê ya gundên derdorê Banê hişyarî da û got: “Em van êrişan qebûl nakin. Ger dubare bibin em ê bersiva pêwîst bidin.”

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) têkildarî êrişên Dewleta Îranê ya ser gundên derdorî Banê ya Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku roja 25’ê Hezîrana 2026’an artêşa Îranê bi sê dronên xwekuj êrişî birine ser gundê Şîwî ya ser bi Bane ya Rojhilatê Kurdistanê ve.

Her wiha di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku di vê êrişê de ti ziyan negihiştiye hêzên YRK, lê ziyanek mezin gihiştiye bax û baxçeyên welatiyên sivîl.

Di dawiya daxuyaniyê de ev hişyarî hate dayîn: 

“Em bi ti awayî êrişên ser welatê xwe qebûl nakin. 

Eger dubare bibin, emê piştrast bersiva pêwîst bidin. Dubare dikin parastina ruh û malê gelê me erkê me yê sereke ye. 

Divê her kes di vê mijarê de bi bawer be emê erkê xwe bi herî baş bicih bînin.”

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye