LEYLA ZANA SERDANA GORA MAM CELAL TALEBANÎ KIR

Li bajarê Silêmaniyê hevdîtineke giring pêk hat. Di hevdîtinê de, pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk wek rêya herî baş a çareseriyê hat destnîşankirin. Siyasetmedara Kurd û parlamentera berê Leyla Zana sardana gora Mam Celal kir û pişt re jî bi Bafil Talebanî re civiya.

reset font size increase font size

Siyasetmedara Kurd Leyla Zana ku ji bo beşdarbûna merasîmên çekdanînê hatibû Herêma Başûrê Kurduistanê. Duh, li Dabaşan a Silêmaniyê serdana gora serokkomarê berê yê Îraqê û serokê giştî yê berê yê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Celal Talebanî kir.

Leyla Zana di destpêkê de, di kesayeta Mam Celal de hemû şehîdên ku ji bo azadî û aştiyê tekoşîn kirine, bi bîr anî û silav kir. 
Siyasetmedara Kurd got: “Mam Celal Talebanî ji bo azadiyê tekoşîn kir, zarokên wî jî bi heman rengî ji bo serxistina pirsa aştiyê heman têkoşînê dikin. Niha jî, ji bo aştî misoger bibe, Birêz Ocalan û rêveberên Tirkiyê, li gel berpirsên Herêma Başûrê Kurdistanê YNK û PDK’ê bi hev re ji bo bicihanîna wesyeta Birêz Mam Celal,têkoşîn dikin.”

LEYLA ZANA Û BAFIL TALEBANÎ CIVIYAN

Zana di daxuyayniya xwe  de wiha berdewam kir: “Ez ji her kesî re di vê rêyê de serkeftinê dixwazim. Ji bo ku neviyên me wan êşên ku me kişandine nejîn û ji bo avakirina jiyanê ya mayînde û herdemî be, ez hewl û hêzê dixwazim”.

Piştî serdana gorê, Leyla Zana û Bafil Talebanî bi hev re civiyan.
Nivîsgeha ragihandinê ya Bafil Talebanî jî ragihand ku li ser  hewldanên wan, pêngava aştiyê gihişte vê qonaxê.
 Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tenê rêya aramiyê ji bo herêmê çareserkirina pirsa Kurd a bi rêya diyalogê ye. 


 
 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24