Êrîş û kuştinên Îsraîlê yên li dijî Fîlîstîniyan taybet jî yên li Xezeyê êdî rojane bûye.
Vê sibê careke din Îsraîlê êrîşên hewayî li dijî Xezeyê pêk anî. Li gor agahiyên dawî herî kêm 27 Filîstînî hatine kuştin, 16 kes jî birîndar bûne.
Ji van kesên hatine kuştin 8 kes ku 6 ji wan zarok bûn, dema li kampa Nuseiratê alîkariya avê digirtin bûn armanca êrîşên Îsraîlê.
Li gor çavkaniyên nexweşxaneya Şerîda Xezeyê tevî jimara îro ji duh ve 110 Filistînî, jê 34 kesên ku alîkarî digirtin di encama êrîşên Îsraîlê de hatine kuştin.
NEXŞEYA VEKIŞÎNÊ YA ÎSRAÎLÎ DANÛSTANDINAN ASTENG DIKE
Tevî van êrîşan jî hewildan hene ku danûstandin di navbera Îsraîl û Hemasê de pêşbikeve. Lê ji ber Îsraîl nexşeya ku bi xwe diyar kiriye li Hemasê ferz dike ev hewildan jî xitimîne.
Îsraîl bi vê nexşê dixwaze ji sedî 40 Şerîda Xezeyê têxe kontorla xwe û artêşa xwe lê bi cih bike. Dîsa ji bo 100 hezaran kesên bê war mane li Rojavayê Refahê kampek ava bike.
Lê zanyar hişyarî didin ku ev plan dibe ku bibe sedema koçberiya ber bi Misir û welatên din ve.
Ji ber Hemas vê plana Îsraîlê red dike niha danûstandinên heyî li gor tê xwestin pêş nakeve.
Rayedareke siyasî yê Îsraîlê jî diyar kir ku Hemas bi redkirina vê planê ve naxweze agairbesta 60 rojî bikeve meryetê.
ZEXTA NAVXWEYÎ LI SER NETENYAHÛ BERDEWAM DIKE
Tevî van rûdanan jî Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyahû ji bo bersivê bide nerazîbûnên malbatên girtiyan, peymana pevguhertina girtiyan pêkbîne, zexta navnetewî û navxweyî ji holê rake, ji bo pêkanîna peymaneke 60 rojî hevdîtinên xwe berdewam dike.