Di êrîşan de 10 kes li Libnanê hatine kuştin

Îsraîl û Hizbulah li Başûrê Libnanê, êrîşên xwe li dijiî hev berdewam dikin. Di encama van êrîşan de, Îro heta niha 10 kes hatine kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rageşiya leşkerî ya di navbera Îsraîl û Hizbulahê de, li Libnanê berdewam dike.

Li gorî agahiyan, îro Artêşa Îsraîlê êrîşên esmanî li ser çend bajarokên başûrê Libnanê pêk anî.

Bajarokên Harûf, Kefer Tebnît, Hedasa, Qiliya û Nebetiyeyê ji aliyê Artêşa Îsraîlê ve bûn hedef.

Hejmara qurbaniyan, di êrîşên îro de, gihîştiye 10 kuştî û 7 birîndaran.

Ev yek jî, piştî agahdarkirina artêşa Îsraîlê ji niştecihên 9 gund û bajarokên başûrê Libnanê re pêk hat, ku ji cih û warên xwe derkevin.

Di daxuyaniyeke din de jî, artêşa Îsraîlê eşeker kir ku, wê di 24 saetên dawîn de êrîşên bejahî û hewayî li dijî 85 hedefên Hizbulahê pêk anîne. 

Hizbulah: Me bi mûşekan bersiva Îsraîlê da

Li hemberî vê jî, Hizbulahê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku, wê mûşek avêtine leşkerên Îsraîlê yên li başûrê Libnanê û wiha got:

“Wekî bersiv li hemberî êrîşên Îsraîlê yên li ser taxên başûrê Libnanê, baregeha Şeraxa ya li bakurê Îsraîlê bi mûşekan hat armancgirtin."

Her wiha Hizbulahê da zanîn ku, kombûneke leşkerî û hin wesayîtên artêşa Îsraîlê li bajarokê Beyyadeyê bûn hedefa êrîşa bi roketan.

Şerê di navbera Îsraîl û Libnanê de careke din di 2'yê sibatê de, bi êrîşkirina Hizbulahê li ser deverên Îsraîlê, wekî piştgiriya ji Îranê re, dest pê kir.

Piştî vê yekê, Îsraîlê jî dest bi êrîşên tund li ser deverên başûrê Libnanê kir.

Li gorî agahiyan, ji destpêka êrîşên dawiyê ve û heta niha, 2 hezar û 500 kes hatine kuştin, û bi hezaran jî kes birîndar bûne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye