Zana Farqînî: Bikaranîna zimanê dayikê ziman zindî dike

Çend roj ji roja zimanê Kurdî re mane, bi vê boneyê, zimanzan û mamosteyên zimanê Kurdî der barê girîngiya zimanê Kurdî de axivîn. Zimanzan û lêkolîner Zana Farqînî û Mamsote Ebdul Rehman Aslan bang li malbatan kirin, ku bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin, û zarokên xwe fêrî zimanê dayikê bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ji 15'ê Gulanê “Roja Zimanê Kurdî” re çend roj mane.

Bi vê boneyê, zimanzan û lêkolîner Zana Farqînî der barê girîngî û xetereyên li ser zimanê Kurdî de axivî.

Zana Farqînî li ser siyaseta pişaftinê ya li ser Zimanê Kurdî ku ji aliyê dewleta Tirkiyê ve tê pêkanîn axivî, û ev tişt anî ziman:

“Eger ziman nebe zimanê hilberîna zihnî, di civakê de wê ‘zimanê me bê wate be’."

Zana Farqînî: Zimanê ku neyê veguhastin dimire

Zana Farqînî diyar kir ku, di nava kesên ku xwe “hişyar” dibînin de, qelsiyeke mezin a zimanî heye, û wiha axivî:

“Li Bakur xwendekar, rewşenbîr û hunermendên me, zêde qîmetê nadin zimanê xwe."

Zimanzan û lêkolîner Zana Farqînî da zanîn ku siberoja ziman zarok in, û li ser girîngiya zimanê dayikê wiha bang li malbatên Kurd kir:

“Divê malbat vê emanetê veguhêzin zarokên xwe.

Eger ziman derbasî zarokan nebe, ew ziman li ber mirinê ye." 

Ebdulrehman Aslan: Divê em malên xwe bikin dibistanên Kurdî

Her wiha Mamosteyê Şaxa Komeleya Nûbiharê ya Êlihê Ebdulrehman Aslan jî dest nîşan kir ku, ziman gelekî girîng e û xwedîderketina li ziman xwedîderketina li erkeke pîroz e, û wiha domand:

“Ji bo ku pişaftin zêdetir nebe, divê em nava malê bikin dibistana Kurdî, zarokê ku pêşî zimanê dayikê fêr bibe, zûtir fêrî zimanên biyanî dibe "

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye