Lezgin

Li Çewlîgê bi pileya 4.4 erdhej çêbû

reset font size increase font size

Li navçeya Gêxi yê bajarê Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 4,4 pileyan erdhejek çêbû.

Li gorî AFADê, erdhej demjimêr 12:26an çêbûye û hêza wê 4,4 pile bûye.

AFADê ragihand ku kûrahiya erdhejê 7,2 kîlometre bûye. Navenda erhejê li Bendava Ozlûce ya 1,57 km dûrî navçeya Gexi ye.

Erdhej li bajarê Elazîzê jî hatiye hîskirin.

Li aliyê din, derbarê zererên erdhejê de heta niha ti zanyarî nehatine belavkirin.

Piştî vê erdhejê di saet 12.55an de li navçeya Gêxi erdheja duyemîn a bi pileya 3,6an pêk hat. Hat ragihandin ku kurahiya vê erdhejê 11 kîlometre ye.

Kesên ku vê erhejê hîs kirine, li ser hesabên xwe yên dîjîtal medya parve kirin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24