Lezgin

YNKê 50 Saliya xwe pîroz kir

reset font size increase font size

Bi boneya salvegera damezrandina 50. a YNK (Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê) gelek peyamên pîrozbahiyê hatin dayîn.  

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talabanî got:

“YNK partiyeke Kurdî ye û em amade ne ku li her deverê cîhanê piştgiriyê bidin her Kurdekî.”

Şanaz Îbrahîm Ehmed, li ser gora Mam Celal peyamek da û tekez kir ku nêrîn û rêbaza Mam Celal ji bo kesên ku bawerin bi pêşerojê wekî bingehekê ye.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî 50 saliya YNKê li serokê wê û hemû endaman pîroz kir, ji bo wan serkeftin xwest.

Nêçîrvan Barzanî li ser rola Mam Celal jî van tiştan anî ziman: “Di vê bibîranînê de, em bi rêzdarî avakarê Yekîtiyê, Xwedê jê razî Serok Mam Celal Talebanî û hemû wan şehîd û têkoşeran bi bîr tînin ên ku di rêzên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê de, qurbanî ji bo azadiyê dane.”

PDK (Partiya Demokrat a Kurdistanê) jî ji bo salvegera damezrandina YNK peyamek şand û ev roj li wan pîroz kir.

Di derbarê dîroka YNK’ê de;

YNK bi yekbûna sê rêxistinên cûda hate damezrandin: Komeleya Marksîst-Lenînîst a Kurdistanê, Tevgera Sosyalîst a Kurdistanê û yên ku ji wan re ‘Xeta Giştî’ dihat gotin.

Civîna yekem a komîteya rêveberiya partiyê di 31’ê Tîrmeha 1977’an de hate lidarxistin, ku 12 rojan dom kir û Mam Celal wekî sekreterê giştî yê partiyê hate destnîşankirin.

Di Adara 1978’an de, civîna duyemîn a serokatiya YNKê ji bo rêxistinkirina Pêşmerge, fînansekirin, xêzkirina nexşe û planan û afirandina heşt herêmên cuda hate lidarxistin.

YNKê di salên 1980’an de li çiyayan çend konferans li dar xistin, wek konferansên Komala di salên 1981, 1982 û 1985.

Piştî 17 salan ji damezrandinê, YNKê di 28ê Kanûna Pêşîn a 1992’an de kongreya xwe ya yekem li dar xist. Her du baskên Komala û Yekîtiya Şoreşgeran bûn yek û biryar dan ku her du baskan bikin yek û Mam Celal Talabanî ji nû ve wekî sekreterê giştî hilbijartin.

Kongreya duyemîn di 30ê Kanûna Pêşîn a 2001’an de, neh sal piştî kongreya yekem a li Silêmaniyê, hate lidarxistin û Mam Celal ji nû ve wekî sekreterê giştî hate hilbijartin.

9 sal şûnda, di 1ê Gulana 2010an de, partîyê kongreya xwe ya sêyemîn li dar xist û Mam Celal dîsa bû sekreterê giştî.

Kongreya çaremîn a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di 21ê Kanûna 2019’an de li Silêmaniyê bi beşdariya zêdetirî 1000 endaman dest pê kir.

Di 28ê Tîrmeha 2022’an de, Encumena Serkirdayetiya YNKê sîstema hevserokatiyê betal kir û Bafil Celal Talebanî bû serokê YNKê.

Kongreya pêncemîn a YNKê di 27ê Îlona 2023an de bi beşdariya 600 endaman û hejmarek ji serkirde û nûnerên partiyên siyasî yên li Herêma Kurdistan û Iraqê dest pê kir.

Partiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê niha di bin serokatiya Bafil Talebanî de tê birêvebirin. YNK di sala 1975an de ji aliyê Celal TalebanîNewşîrwan MistefaFuad MesûmAdil MuradElî EskerîEvdilrezaqê Feylî û Dawid Mihemed Elî ve hatiye damezrandin.

Di 1ê meha hezîrana sala 1975an de li Berlînê bi awayeke fermî dîsa damezrandina Partiya Niştimanî ya Kurdistanê hatiye ragihandin û biryar hatiye girtin ku 1ê hezîranê wekê salvegera damezrandina Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê were diyar kirin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24