Lezgin

Paketa Darazê a 10'emîn li Parlamentoya Tirkiyê hate qebûlkirin

reset font size increase font size

Pakêta Darazê ya 10’emîn tevî hemû îtîrazên partiyên muxalefetê jî li Komîsyona Edaletê hate qebûlkirin.

Bi taybetî piştî destpêkirina pêvajoya “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” yek mijara sereke jî guhertina hin qanûnên yasayî ya li Tirkiyê bûn. Di van mijaran de dihate gotin ku gelek xebat hatine destpêkirin.

Pakêta Darazê ya 10’emîn 29’ê Gûlanê ket rojeva meclîsa Tirkiyê. Nîqaşên Pakêta 10. heta sibeha 1’ê Hezîranê berdewam kir û bi dengên AKP û MHP hate qebûlkirin. DEM Partî jî di nav de partiyên muxalefetê nerazîbûn nîşanê vê pakêta dan.

 

Parlamentera Rihayê ya DEM Partiyê Dîlan Kûnt Ayan anî ziman ku Paketa Dadgeriyê ya 10'emîn bersivê nade bendewariyan û destnîşan kir ku divê sererastkirin neyê derengxistin.Ji endamên Komîsyona Edaletê Dîlan Kûnt Ayan a ji DEM Partiyê axivî û anî ziman ku ji bo bicihanîna rola ku banga 27'ê Sibatê xistiye ser milê wan, ew di nava karekî berfireh de ne. 

 

Li ser mijarê Parlamentera DEM Partî ya Rihayê Dîlan Kûnt Ayan axivî û hin mijarên ku nerazîbûn nîşan didin diyar kir.

Pêşnûmeya Partiya DEM'ê ya ji bo girtiyên bi cezayê muebbetê yên girankirî di çarçoveya madeyê de cih bigirin, piştî axaftinan ket dengdanê, lê bi dengên endamên AKP û MHP'ê ev pêşniyar hat redkirin.

Dîlan Kûnt Ayan vê Pakêta Darazê ya 10’emîn wek, li dijî pîvana wekheviyê û rihê pêvajoyê pênase kir û wiha got: "Yên ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî li wan hatiye birîn bi rengekî cuda tê nirxandin. Ev yek hem li dijî pîvana wekheviyê ye hem jî li ruhê pêvajoyê nayê.”

Dîlan Kûnt Ayan diyar kir ku Qanûna Covidê ya beriya niha hate amadekirin di vê paketê de nîne û got,

 "Qanûnek bû ku di dema şewba Covidê de hatibû derxistin.Em destnîşan dikin ku di vir de newekhevî heye. Qanûnên înfazê ti carî li gorî dema diyarkirina biryaran nayên kirin, li gorî dema sûc tên kirin. Di vir de jî mixabin sererastkirin nehate kirin. Me dixwest ev pêşnûme hem ji bo girtiyên edlî hem jî siyasî wekhev be. Me dixwest rejîma înfazê wekhev be, lê belê ev jî nekirin.”

Endamê AKP'ê Orhan Kircali, xala ku bi hinceta "Ji bo civakê xetere ye" serbestberdana girtiyên ku cezayên " muebbetê giran" tên astengkirin parast. Li ser vê mijarê Parlamentera DEM Partî ya Şirnex’ê Newroz Ûysal Aslan nerazîbûn nîşan da û anî ziman ku Xala 17. a Destûra Bingehîn dibêje ku ‘mafê jiyanê mafê herî bingehîn e’. Ji berdewamiya axaftina xwe de Newroz Ûysal Aslan pirs kir ku ev ji bo çi xetere ye,kî vî tiştî diyar dike û xwest tavilê ev were guhertin.

Pêşnûmeya Partiya DEM'ê ya ji bo girtiyên bi cezayê muebbetê yên girankirî di çarçoveya madeyê de cih bigirin, piştî axaftinan ket dengdanê, lê bi dengên endamên AKP û MHP'ê ev pêşniyar hat redkirin.

 

CHP di nîqaşa pakêta darazê de bibîrxistina ‘mafê hêviyê’

Wekîlê CHP'ê Suleyman Bûlbûl jî axaftinên Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî yên têkildarî pêkanîna "mafê hêviyê" ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist û got ku ev maf di pakêtê de nîne. Bûlbûl got, "Di pakêta ku we aniye de wekhevî û edalet tune." Bûlbûl diyar kir ku di pakêtê de gelek mijarên ku li dijî makeqanûnê ne hene.

 

Di nav Pakêta Darazê 10’emîn de çi heye ?

-Li gorî vê yekê, ji ber teşebûsa sûcê, li şûna cezayê giran ê heta hetayê, li gorî giraniya zerar û xetereyê, ji 13 salan heta 20 salan cezayê girtîgehê tê cezakirin û ev mawe jî dikare ji 14 salan dakeve 21 salan; Cezayê ku li şûna cezayê heta hetayê ji 9 salan heta 15 salan cezayê girtîgehê tê birîn, ji 10 heta 18 salan tê tertîb kirin.

-Di doza teşebûsa sûc de, li şûna cezayê muebbetê yê girankirî û cezayê heta hetayê, sînorên jêrîn û jor ên cezayê ku ji bo sûcdar tê dayîn, tê zêdekirin.

-Ji ber sûcê birîna bi qestî jî cezayên girtîgehê zêde dibin.

-Armanc ew e ku li hember sûcê tehdîdê bi bandortir têkoşîn were kirin û rêgirtin were misoger kirin. Di vê çarçoveyê de sînorên jêrîn û jor ên cezayê ku tê dayîn zêde dibin.

-Ji bo kesên ewlekariya trafîkê dixin xetereyê jî cezayên astengkirinê tên birîn.

-Girtiyên nexweş, ji xeynî kesên ku cezayê muebbetê yê giran li wan hatiye birîn, dikarin bên berdan.

-Ji bo kesên di girtîgehên vekirî de ji şert û mercan sûd werbigirin, pêwîst e ji deh yekê cezayê xwe di girtîgehê de derbas bikin.

-Ji mehkûmê reftara baş re ku 1 sal an kêmtir maye ji bo serbestberdana wî ji saziya cezayê ya vekirî, ji bo ku bikaribe ji bo serbestberdana bi çavdêrî were girtin, pêdivî ye ku herî kêm ji deh yekê cezayê xwe di girtîgehê de derbas bike.

-Hat destnîşankirin ku cezayên ku li hin mehkûmên zarok tên dayîn dê rasterast li reformatorên zarokan bên dayîn.

Li Tirkiyeyê çend girtiyên nexweş hene û rewşa wan çawa ye?

Li gorî Komeleya Mafê Mirovan;

- Li girtîgehên Tirkiyeyê hezar û 412 girtiyên nexweş 161 jê jin hezar û 251 jî mêr in.

- Di raporê de hat ragihandin ku rewşa 335 girtiyan giran e. Hat diyarkirin ku 230 ji wan bi tena serê xwe nikarin bijîn û 105 ji wan jî pêdiviya wan bi piştgiriyê heye.

- Li gorî komeleyê, 188 girtî ji ber nexweşiyên xwe divê timî bên kontrolkirin.

- Tevî ku nexweşiyên 515 girtiyan hat diyarkirin jî, lê agahiyên ji bo nirxandinê tên xwestin derbarê rewşa wan giran e yan na, nayê zanîn.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24