Lezgin

Li Xezayê 3 leşkerên Îsraîlê hatin kuştin

reset font size increase font size

Duh bi şev 3 leşkerên Îsraîlê hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn, di derbarê wê de artêşa Îsraîlê daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniya artêşê, 3 leşkerên ku hatine kuştin û 2’ê birîndar bûne ji ber teqîna mayînekê bû, ew jî dema derbasbûna wesayeta leşkerî li herêma Cebaliyeyê ya li bakurê Xezayê.

Navê leşkerên ku hatine kuştin:

Lior Steinberg, 20 salî

Ofek Barhana, 20 salî

Omer Van Gelder, 22 salî

Tevî ku pêşniyara agirbestê ji aliyê Amerîkayê ve hatiye pêşkêşkirin, da ku şer li Xezayê bidawî bibe û dîlgirtî serbest bêne berdan, lê dîsa şer di navbera çekdarên Hemas û hêzên Artêşa Îsraîlê de berdewam dikin.

Sîval Revê

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24