Zêdetirî 2500 jin û 1000 zarok di êrîşan de birîndar bûne

Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand ku di êrîşên Îsraîl û Amerîkayê de 220 jin hatin qetilkirin û zêdeyî 3 hezar jin û zarok birîndar bûne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezareta Tenduristiyê ya Îranê têkildarî bîlançoya qurbaniyên jin û zarokên di êrîşên Îsraîl û Amerîkayê de jiyana xwe ji dest dane, daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji destpêka êrîşên hevbeş ên Îsraîl û Amerîkayê yên li ser Rojhilatê Kurdistan û Îranê ve, 220 jinan jiyana xwe ji dest dane û 2 hezar û 500 jin jî birîndar bûne.

Wezaretê da zanîn ku di êrîşan de 211 zarokên di bin temenê 18 salî de jiyana xwe ji dest dane û hezar û 141 zarok jî birîndar bûne.

Hêjayî gotinê ye ku li gorî rapora Rêxistina Mafê Mirovan a HRANA'yê di nava 24 demjimêrên borî de, di êrîşên hevbeş ên Îsraîl û Amerîkayê li ser Rojhilatê Kurdistan û Îranê de, 10 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û 91 welatî jî birîndar bûne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye