Tora Mafên Mirovan ragihand ku rewşa li girtîgehên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê, gelek xirab e û da zanîn ku di nava girtîgehan de hêzeke zêde hatiye bicihkirin.
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê di derbarê rewşa girtiyên siyasî ya di girtîgehên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de, agahî parve kir.
Heman çavkaniyê ev tişt got: "Berpirs rê nadin girtiyan bişînin girtigeheke din.
Girtiyên siyasî yên li girtîgehên Urmiye, Mehabad, Miyandwaw, Seqiz, Sine, Kirmaşan û Îlam, ji ber şer ji mafê xwe hatine bêparkirin.
Bi vê re jî xwarina girtiyan hatiye kêmkirin. Nêzî 150 girtiyên ku nerazîbûna xwe nîşan dan, ji girtîgeha Mehabadê birine girtîgeha Miyandwaw."
Her wiha Mafên Mirovan da zanîn, piştî ku avahiya polîsan a li bajarê Urmiye hate bombebarankirin, bi sedan endamên hêzên taybet ên Îranê li derdora avahiya girtîgeha Urmiyê kom bûn û bi şevan jî di nava hewşa girtîgehê de dimînin.