Ragihandina Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) bi daxuyaniyekê nasnameya şehîd Nîdal Amanos eşkere kir.
Berfirehiya daxuyaniya Asayîşê wiha ye:
“Nîdal di 9ˊê Çileya 2026ˊan de şehîd bû.
Di 1994ˊan de li Şamê ji dayik bûye, di 2013ˊan de li Efrînê tevlî şoreşê bûye.
Di dema xizmeta xwe de, şehîd Nîdal 2 dewreyên perwerde dîtine.
Performansa wî ya xurtkirina ewlehî û aramiya li herêmên tê de kar kiriye weke Efrîn, Şehba û Helebê bi pêş ketiye.
Di kampanyayên leşkerî yên li Heleb, Şehba û Efrînê de jî beşdar bûye.
Şehîd Nîdal ji destpêkê ve parastina xelkê xwe yê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê girtiye ser xwe, mîna dîsplîn, wêrekî û barhilgirtinê bû.
Em sersaxiyê ji malbata şehîd Nîdal re dixwazin û soza berdewamiya rêya hemû şehîdan didin.
Li gor daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:
Nîdal Amanos
Navê rast: Hikmet Reşo
Navê dayikê: Heyat
Navê bav: Ehmed
Cih û dîroka şehadetê: Heleb-Eşrefiyê-09ˊê Çileya 2026ˊan.