Ji gel bertek: Zema ji bo heqê otobûsan paşve bikişînin

Welatiyên Amedê bertek nîşanî zêdekirina heqê otobûsan dan û xwestin ku biryar zama ji sedî 40 paşve were kişandin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Amedê ji bo heqê otobûsan ji sedî 40 zem hate kirin.

 

Welatiyan bertek nîşanî zema hatiye kirin dan. Bi zema nû re heqê rê yê tam ê otobûsên şaredariyê û otobûsên gel ên bi qertê ji 20 TL’an derket 28 TL’an, yê xwendekaran jî ji 10 TL’an derket 14 TL’an.

 

Di otobûsên gel ên taybet û mînîbûsan de ku pere bi dest tê dayin, heqê rê ji 25 TL’an derket 35 TL’an.

 

Welatiyên Amedê bertek nîşanî zema hatiye kirin dan û xwestin ev zem paşve bê kişandin.

 

Welatiyê bi navê Nezîr Gezer ku îşaret bi kêmbûna veguhestina komî kir, wiha got: “Heke ev zem ji ber şer bên kirin, ez heqê xwe helal nakim.

 

Li Tirkiyeyê edalet tune ye û zem bi awayekî adilane nayên kirin. Em jî berpirsyar in, ji ber ku em bêdeng dimînin, ew jî li gorî daxwaza dilê xwe zemê dikin.

 

Ne welatî ne jî xwendekar ji veguhestina komî memnûn nînin. Kesekî kêmtirîn mûçeyê digire heke tevî hevjîn û zarokê xwe li veguhestina komî siwar bibe, dê pereyê wan tev ji bo heqê rê biçe.”

 

Sûltan Yîgît jî diyar kir ku hêj ji bo mûçeyê kêmtirîn zem nehatî kirin ji her tiştekî re zem hatiye kirin û got: “Her roj zem tên kirin.”

 

 

Mûrat Bahçivan jî got ku zema ji bo heqê rê hatiye kirin gel mexdûr dike û wiha lê zêde kir: “Ez êdî dimeşim, veguhestina komî bi kar nayînim.

 

Min êdî ew ji jiyana xwe derxist. Li şûna ku zema ji sedî 40 bidim û mejiyê xwe biwestînim, bila lingên min biwestin. Divê ji bo kal û pîran, xwendekaran û zarokan bêpere be. Derfetên şaredariyê hene.”

 

 

'Bila vê zemê tavilê paşve bikişînin’

 

 

Salih Kizil jî anî ziman ku zema hatiye kirin gel mexdûr kiriye û got; “Şer çêbûye lê çi heqê dewletê, şaredariyê nîne êşa vê bi gel bide kişandin.

 

Heke kesek bi 5 zarokên xwe siwar bibe, du caran biçe û were, kêmtirîn mûçeyê bistîne û 10 hezar lîreyan kirê bide, dê çawa debara xwe bike? Divê van zeman tavilê paşve bikişînin.”

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye