Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê ya 62'yemîn li bajarê Munîhê yê Almanyayê di navbera 13 û 15'ê sibatê de pêk hat.
Konferans bi beşdariya nêzîkî 120 welatan û 450 nûnerên wan ên payebilind pêk hat.
Di konferansê de rojeva ewlehiyê ya gerdûnî hate nîqaşkirin û li ser dînamîkên siyasî û ewlehiyê yên li Sûriyê nîqaşên berfireh hatin kirin.
Yek ji pêşketinên herî girîng jî li Konferansê; beşdariya Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed bû.
Beşdariya wan ji bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê di temsîliyeta rasterast de li ser qada dîplomatîk a navneteweyî de cara yekem bû.
Di seranserê konferansê de, Ebdî û Îlham Ehmed rêzehevdîtin bi berpirsên payebilind ên dewlet û hikûmetan re kirin.
Her wiha ji Başûrê Kurdistanê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û ji Bakurê Kurdistanê jî Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Ceylan Akça Cuppolo tev li konferansê bûn.
''Ji başûr, bakur û rojava nûnerên Kurdan hebûn''
Ceylan Akça da zanîn ku di konferansê de ji Başûr, Bakur û Rojava nûnerên Kurdan hebûn û wiha got:
''Her perçeyek di nav avahiyên navneteweyî de roleke xwe ya bêhempa heye.
Ji ber vê yekê civînên me ji hev cuda bûn û rojevên xwe yên girîng hebûn.
Lêbelê, divê ez destnîşan bikim ku tişta em kirin yek; dîplomasiya me ya ji bo misogerkirina parastina Kurdan bû.''
''Pêkhateya navneteweyî fêm dike ku Kurd dê serî netewînin''
Ceylan Akça gazîkirina Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed a ji bo konferansê bi bîr xist û wiha got:
''Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed wekî şandeyek cuda hatin vexwendin.
Heta di serlêdana konferansê de jî, rolên wan ên di Rêveberiya Xweser de hatibûn naskirin.
Ev girîng e. Welatên rojavayî li Sûriyê piştî Esed gelek razemeniyê kirine û ew dixwazin razemeniya xwe biparêzin.
Nirxên exlaqî rêka siyaseta navneteweyî ya dewletan diyar nakin.
Pêkhateya navneteweyî fêm dike ku Kurd dê serî netewînin û heke şer li ser wan were ferzkirin ew amade ne ku şer jî bikin.''