Lezgin

Komkujiya Kobanê di salvegera xwe ya 10’emîn de tê bibîranîn

reset font size increase font size

Îro bi merasîmeke bîranînê, Şehîdên Komkujiya Kobanê li Pakrewangeha Komkujî hatin bibîranîn.

Komkujiya Kobanê di 25’ê Hezîrana 2015’an de, li gundê Berxbotanê yê Kobanê pêk hat. Ev komkujî bi destê çeteyên DAIŞ’ê yên  ku dewleta Tirk a dagirker piştgiriya wan kiribû pêk hat.

Di encama komkujiyê de 273 kes şehîd bûn û bi sedan kes birîdar bûn. Ev 10 salin di ser komkujiya Kobanê re derbas dibe. Ji bo bîranîna wê şêniyên Kantona Firatê û malbatên şehîdan li Pakrewangeha Komkujî ya taxa Şehîd a bajarê Kobanê bi merasîmeke bîranînê li ser goran wan bi bîr anîn.

‘Em vê roja reş bi tundî şermezar dikin’

Merasîm ji bo bîranîna şehîdan bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir, endamê Meclisa Leşkerî ya bajarê Kobanê Mihemed Oso da zanîn ku gelê Kobanê her tim di nava têkoşînê de bûn. Ji bo axa wan nekeve bin destê dijmin bi hemû awayî li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê têkoşîn kirin û wiha got:

“Çeteyên DAIŞ’ê xwestin bi vê komkujiya hovane gelê Kurd tune bike û komkujiyeke xedar û di xafil de pêk anîn. Em vê roja reş bi tundî şermezar dikin.”

Mihemed Oso di dawiya daxûyaniya xwe de soza pêkanîna rêya şehîdan da û anî ziman ku ew ê her tim li ber xwe bidin.

Malva Misto

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24