Komîsyona ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li Meclîsê ava bû, cara 20’emîn li hev kom bûn. Komîsyon dema ku ava bû, dema ji bo karê xwe heta 31’ê Kanûnê diyar kiribû, lê belê ji ber ku rapora li ser gavên qanûnî yên têne hêvîkirin nagihêje wê demê, biryar hate dayin ku ev dem bê dirêjkirin.
Komîsyon bi serokatiya Serokê Meclîsê Nûman Kûrtûlmûş civiya û dest bi nirxandina mijara dirêjkirina dema xwe ya kar kir.
Kurtulmuş anî ziman ku xebatên komîsyonê hatiye asta nivîsandina metna rapora hevpar û wiha got: “Em hatin dawiya xebatên komîsyonê. Ev jî nivîsandina raporê ye. Piştî me rapora hevpar amade kir, em ê bişînin Desteya Giştî ya Meclîsê da ku pêşniyarên di raporê de bibin qanûn. Ji bo pêşniyarên din jî pêk werin peywîra komîsyonê ew e ku pêşengiyê bike.
Partiyên siyasî jî mijarên ji bo wan girîng in di raporên xwe de nivîsandin e û pêşniyarên xwe kirin e. Ev rapor ji bo partiyên siyasî di heman demê de belgeya helwesta siyasî ye. Rapor teslîmî me hatin kirin. Li ser raporên partiyên siyasî nirxandin û nîqaş berdewam dikin. Em hêvî dikin ku raporeke hevpar ku hemû partiyên siyasî li ser hemfikir bibin bê amadekirin.”
Numan Kurtulmuş diyar kir ku ew ê di demeke nêz de rapora hevpar jî amade bikin û got: “Em hêvî dikin wê rapor bi raya giştî re were parvekirin û bişînin Desteya Giştî ya Meclîsê. Ji bo rapora hevpar temam bibe hewcehî bi demê heye. Piştî axaftinên partiyan, em ê ji bo dirêjkirina xebatên komîsyonê li pêşniyaran guhdarî bikin. Ji bo analîza girtekan û pêşniyarên di guhdarîkirina de derketine pêş çi ne bi Dr. Murat Sevencan û Prof. Dr. Havva Kok Arslan ku li ser girtekan analîzên akademik kirine, axaftinê bikin.”
Di civîna 20’emîn de Prof. Dr. Havva Kok Arslan û Mûrat Sevecen, têkildarî analîza axaftinên heta niha li civînên komîsyonê hatin kirin pêşkêşkiyek kirin.
Herdu profesor li ser aliyên dişibin hev, ên cuda û yên pêwîst ên gotinên pêkhateyên komîsyonê sekinînin.
Di dengdanê de bi hevdengî dema xebatê ya komîsyonê ji bo 2 mehên din hate dirêjkirin.