Hevşaredarê bajarê mezin ê Amedê dev ji erka xwe berda

Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Dogan Hatun dev ji erka xwe berda. Dogan Hatun diyar kir ku wî ev biryar di çarçoveya "Prensîba Vekişînê" de ku di Konferansa Rêveberiyên Herêmî de hatibû pejirandin, girtiye. Her wiha da zanîn ku rexneyên gel û pirsgirêkên tenduristiyê yên ku jiyaye, di vê pêvajoyê de roleke girîng lîstiye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Tirkiyê piştî ku hin partî an kesayet tên ser desthilatê û dibin xwedî post, dev ji prensîbên xwe berdidin û sozên ku dane gelê ku ew hilbijartine, ji bîr dikin. 

Ango prensîbên partiya xwe pêk nayînin û dev ji postên xwe bernadin.

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun di pêkanîna prensîbên partiya xwe de ji her kesî re bû mînak.

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun li ser hesabê xwe yê X'ê bi daxuyaniyekê îstîfaya xwe ragihand

Dogan Hatun daxuyand ku li ser bingeha rexneyên gel di çarçoveya "Rêgeza Paşvekişînê" de dest ji peywira xwe ya hevşaredartiyê berdaye.

Hatun di berdewamiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku wî nikarîbû berpirsyariyên ku gel û partiya wî jê hêvî dikirin, bi awayekî têrker bi cih bîne.

Her wiha destnîşan kir ku pirsgirêkên tenduristiyê yên di heyama erka wî de rûdane, bandoreke neyînî li karê wî kirine.

Dogan di dawiya nirxandina xwe de diyar kir ku wî daxwaza xwe ji aliyê peywendîdar re pêşkêş kiriye û da zanîn ku ew ê têkoşîna xwe dîsa berdewam bike.

Rêveberiyên herêmî yên demokratîk daxwaza Hatun guncav dît

Piştî biryara Hatun, Lijneya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a DEM Partiyê jî daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Dogan Hatun demek berê daxwaza xwe ya vekişînê pêşkêş kiribû û ev daxwaz hem li gorî performansa wî ya dusalî û hem jî li gorî sedeman e ku wî pêşkêş kiribûn, bi awayekî berfireh hatiye nirxandin.

Lijneyê ragihand ku pirsgirêkên tenduristiyê yên ku Hatun di dema erka xwe de jiyabûn, ligel leza zêde û berpirsyariyên hevşaredariyê hatine nirxandin.

Her wiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku eşkerekirina kêmasî û kêmbûniyan ji aliyê Hatun ve di dema erka wî de, di pêvajoya nirxandinê de li ber çavan hatiye girtin.

Di encamê de daxwaza wî ya devjêberdanê ku li ser bingeha "Prensîba Vekişînê" hatibû kirin, guncav hatiye dîtin û hatiye qebûlkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye