Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê şaredarek ji bajarokê Çelebiyê yê Kobanê re tayîn kir.
Bi dehan şêniyên bajarokê Çelebiyê li pêşiya avahiya şaredariyê kom bûn û nerazîbûn nîşanî vê yekê dan.
Şêniyan, diyar kirin ku tayînkirin ne li gorî peymana di navbera QSD`ê û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de ye, li gorî wê şênî herêmên xwe bi rê ve dibin û rêveberên xwe hildibijêrin.
Hêzên Ewlekariya Giştî yên girêdayî Hikûmeta Veguhêz, xwepêşandan asteng kirin, gule teqandin û rê nedan dezgehên çapemeniyê ku bûyerê bişopîne.