Li Nisêbînê êrîşî gorên tekoşerên azadiya gelê Kurd hat kirin

Li navçeya Nisêbînê, êrîşî gorên kesên ku di demên cuda de di têkoşîna azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dane, hat kirin. MEBYA-DER'ê êrîş şermezar kir û got: "Divê kesên ev kirine, bên eşkerekirin."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê, li Goristana Hecacilerê êrîşî gorên kesên ku di demên cuda de, di têkoşîna azadiya gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dane, hat kirin.

 

Gelek kevirên goran û mermerên li dora wan hatin şikandin û darên ku li kêleka goran hatibûn çandin, hatin rakirin.

 

Ji meha çileyê ve, dema ku xwepêşandanên li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin lidarxistin, leşker li ber goristanê nobedê digirin.

 

Tê îdeakirin ku êrîş, ji hêla van leşkeran ve hatiye kirin.

 

Her wiha hat hînbûn ku du hefte berê, li heman goristanê êrîşek bi heman rengî çêbûye.

 

Êrîş bi daxuyaniyeke çapemeniyê ya bi pêşengiya MEBYA-DER'ê hatin şermezarkirin.

 

Daxuyaniya ku li cihê êrîşê hat dayîn, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên girseyî yên demokratîk û gelek kes beşdar bûn.

 

Hevserokê MEBYA-DER'ê yê Mêrdînê Salih Kuday got:

 

"Ew bi van êrîşan nikarin Kurdan ji holê rakin. Ev êrîşa bêrûmet ne tenê li dijî Kurdan e, li dijî hemû mirovahiyê ye.

 

Em van êrîşan şermezar dikin. Li her quncikeke navçeyê kamerayên ewlehiyê hene.

 

Ger hêzên ewlehiyê bixwazin, dikarin tavilê van provokatoran tespît bikin.

 

Divê ev dijminên mirovahiyê demildest bên eşkerekirin."

 

Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneş Altinê jî, dest nîşan kir ku tişta hatiye kirin, li dijî mirovahiyê ye û got ku ew vê hovîtiyê qebûl nakin.

 

Piştî daxuyaniyê li şûna darên li ber goran ên hatin şikandin, darên din hatin çandin.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye