Êrîşî Kampa Cêjnîkanê ya li Hewlêrê hate kirin

Tevî agirbesta di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de, êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê didomin. Duh derengiya şevê, bi 2 dronan êrîşî kampa Cêjnîkanê ya navçeya Xebatê ya li parêzgeha Hewlêrê, hat kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî agahiyan, duh derengiya şevê kampa Cêjnîkanê ya bi ser parêzgeha Hewlêrê ve ye, ku alîgirên partiyeke Rojhilatê Kurdistanê lê dimînin, bi du dronan hat armancgirtin.

Lê der barê ziyanên madî û canî yên êrîşê de, ti agahî nehatin bidestxistin.

Hêjayî gotinê ye, ku gelek caran êrîşî kampa Cêjnîkanê hatiye kirin.

Her wiha ev kampeke niştecihbûnê ya welatiyên nêzîkî partiyeke opozîsyonê ya Rojhilatê Kurdistanê ye.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye