Serokê Amerîkayê bi merasîmeke fermî ji aliyê Pekînê ve hate pêşwazîkirin

Serokê Amerîkayê Donald Trump serdana Çînê kir û ji aliyê Serokê dewleta Çînê Şî Cîn Pîng ve, li Pekînê hat pêşwazîkirin. Hat ragihandin ku her du aliyan li ser xurtkirina têkiliyan li hev kiriye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Piştî 7 salan, Serokê Amerîkayê Donald Trump careke din berê xwe da Pekînê û bi hevtayê xwe yê Çînî re, hevdîtin kir.

Ji aliyê Çînê jî, Serokê Çînê Şî Cîn Pîng li Pekînê bi merasîmeke fermî Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYE) Donald Trump pêşwazî kir.

Merasîm roja pêncşemê li Hola Mezin a Gel a li paytextê pêk hat.

Piştî pêşwaziya mezin, her du alî derbasî cîvnekê bûn û civîn heta 2 saet û 15 deqeyan berdewam kir.

Şî Cîn Pîng: Divê peywendiya me bi Amerîkayê re li ser bingeha hevkariyê be

Serokê Çînê di destpêka hevdîtinê de got ku ew bi heyecan li bendê ne ku bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re bixebitin, da ku rê li ber têkiliyeke aram û serkeftî vekin û wiha axivî:

"Washington û Pekîn bi hev re serkeftinê bi dest dixin."

Di heman demê de, Şî Cîn Pîng diyar kir ku têkiliyên xurt yên di navbera Çîn û Amerîkayê de, ji bo tevahiya cîhanê sûdek e û wiha domand:

“Hevkarî sûdê dide her du aliyan, lê pevçûn zirarê dide wan.

Divê peywendiya di navbera her du welatan de li ser bingeha hevkariyê be.”

Trump: Têkiliya me di asta xwe ya herî baş de ye

Ji aliyê xwe ve jî, Donald Trump hevdîtin wekî mezintirîn hevdîtina di navbera her du welatan de bi nav kir û wiha da xuya kirin:

“Têkiliya me di asta xwe ya herî baş de ye.

Em Li benda avakirina têkiliyên bazirganiyê yên xurt di navbera Washington û Pekînê de ne”.

Serokê Amerîkayê Donald Trump beriya niha jî ev hevdîtin ji ber şerê bi Îranê re taloq kiribû.

Ji sala 2017`an ve, ev cara yekem e ku Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi fermî diçe Çînê.

Ev hevdîtin di demekê de tê ku bazarên cîhanê ji ber şerê Îsraîl- Amerîka û Îranê û rageşiyên li Tengava Hurmizê, rastî zextên zêde tên.

 

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye