Trump û Erdogan piştî 6 salan li Koşka Spî civîyan

Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Koşka Spî li hev civiyan. Rojevên sereke yên civînê bazirganiya di navbera her du welatan de û rewşa Suriyê bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hat eşkere kirin ku Serokê Amerikayê Trump ji Erdogan xwest ku “Kirîna petrola Rûsyayê rawestîne û li ser şerê Ukraynayê jî nîqaş hatin kirin.

Têkildarî rewşa Sûriyê nîqaş hatin kirin û li gorî Trump “Destê Erdogan di têkbirina rejîma berê ya Suriyeyê de hebû û Trump da zanîn ku ketina Rejîma Baas bi saya Erdogan pêk hat.”

Trump da xuyakirin ku li hevkirina bi Tirkiyê re “kilîta bidestxistina aramiya heremê ye” û Koordîneya di navbera her du welatan de wê bidome.

Erdogan sedema serdana xwe ya ji bo Washingtonê wek derfet nirxand û got: “Hatina me ji bo rêkeftina çekan, hevkariya leşkerî û xurtkirina têkiliyên bazirganiyê ye.”

Her wiha hate idîa kirin ku derbarê rakirina cezayên li ser Sûriyê îro daxuyaniyek ji aliyê Amerikayê ve were kirin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24