li Sûdanê di êrişa hêzên piştgiriya lezgîn de 14 kes hatin kuştin

Di encama êrişeke Hêzên Piştgiriya Lezgîn a li gundê Qirnî ya bajarê El Feşer de 14 welatî hatin kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rêxistineke mafên mirovan eşkere kir ku Hêzên Piştgîrîya Lezgîn ya Sudanê êrîşî gundê Qirnî ya dikeve bakur rojavayê bajarê El Feşer kir.

Di encamê de, 14 sivîl hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn û hejmarek ne diyar ji sivîlan jî hatin girtin.

Artêşa Sudanê ragihand ku hêzên wan bersîva êrîşên Hêzên Piştgîrîya Lezgîn li ser El Feşer dan û zirarek mezin gihandiye hêzên wan. 

Li Sudanê zêdetirî 2 salane, di navbera Artêşa Sudanê û Hêzên Piştgirîya Lezgîn şer berdewam dike.

Di encama vî şerî de, 20 hezar kes hatine kuştin û 15 milyon kesên din jî koçber bûne.

Lê li gorî lêkolîna Zanîngehên Amerîkiyê,  hejmara kesên hatine kuştin derdora  130 hezarî ye.

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24