Seul: Balafirên şer ên Rûsyayê ketine qada me ya hewayî

Koreya Başûrî ragihand ku balafirên leşkerî yên Rûsyayê derbasî qada wan a hewayî bûne. Di bersiva vê yekê de, Koreya Başûrî jî balafirên şer şandin qada ku Rûsyayê ew binpê kiriye, da ku wê biparêzin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ji dema ku Moskovayê têkiliyên xwe bi Koreya Bakur re xurt kir, têkiliyên di navbera Rûsyayê û Koreya Başûr de jî xirab bûn.

Her wiha Koreya Başûr piştî  êrîşên Rûsyayê li ser Ûkraynayê tev li sizayên welatên rojava bû, ev yek jî têkiriyên di navbera her du welatan de xirabtir kir.

Îro jî Wezareta Parastinê ya Seoulê ragihand ku balafirên şer ên Rûsyayê li ser Deryaya Rojhilat, ku wekî Deryaya Japonya jî tê zanîn, ketine qada wan a hewayî û dûr çûne.

Di daxuyaniya Wezareta Seoulê de ev yek hat eşkerekirin:

"Artêşa Koreya Başûr balafirên Rûsî berî ku bikevin herêmê tesbît kirin û ji bo her rewşeke awarte balafirên şer ên hêzên hewayî li wir bi cih kirin"

Her wiha wezaretê ti hûrgiliyên din eşkere nekirin.

Di dawiya hezîranê de, zêdetirî 10 balafirên leşkerî yên Çînî û Rûsyayê ketin qada hewayî ya Koreya Başûr.

Wê demê, Wezareta Parastinê ya Pekînê diyar kir ku hêzên Çînî û Rûsî dewriyeke hewayî ya stratejîk" li ser Deryaya Japonya, Deryaya Rojhilatê Çînê û Okyanûsa Pasîfîk a rojava pêk anîne.

Ji aliyê xwe ve Wezareta Parastinê ya Rûsyayê rave kir ku dewriyê beşek ji planên hevkariya leşkerî ya rûtîn bû û "li dijî ti welatekî din nehatiye kirin."

Lê belê, Koreya Başûr berdewam dike ku nerazîbûnan ​​li Pekîn û Moskovayê nîşan bide û daxwaza tedbîrên ji bo pêşîgirtina li dubarebûna vê yekê dike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye