Amedspor û Gençlerbirligi bi 2-2 wekhev man

Di çarçoveya maçên gera 7'emîn ji lîga Tirkiyê, îro Amedspor û Gençlerbirligi hatin beramberî hev. Maç bi encama 2-2 wekhev bi dawî bû.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Di gera 7'emîn ji lîga Super ya Tirkiyê de, îro Amedspor û Gençlerbirligi hatin beramberî hev.

Maça di navbera Amedspor û Gençlerbirligi li stadyuma Eryaman hate lîstin.

Nîvê yekem ji maçê şahidî kelecanek mezin kir ku di deqeya 25'an de lîstikvanê Amedsporê Dia Saba ji penaltiyê perdeya golan vekir.

Piştre her du tîman hewlên xwe kirin ku golan biavêjin lê nîvê yekem ji maçê bi encama 1-0 qediya.

Di nîvê duyem de lîstikvanê tîma Gençlerbirligi, Rafael Luis gola yekem ya tîma xwe avêt û encam kir 1-1.

Lê lîstikvanên Amedsporê performansa xwe xurtir kirin û di deqeya 68'an de Samuel Ballet gola 2emîn ya Amedsporê qezenc kir.

Di hat xuya kirin ku wê maç bi encama 2-1 bi dawî bibe lê beriya xelasbuna maçê û di deqeya 92'an de tîma Gençlerbirligi gola wekheviyê avêt û maç bi encama 2-2 qediya.

Bi vê encamê Amedspor niha di rêzê de bi 14 puanan 2'emîn e.

Gençlerbirligi jî bi 8 puanan di rêzê de 11'emîn e.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye