Navê Tom Barrack bi projeya boriya Kerkûk-Banyasê re di rojevê de ye

Navê Nûnerê serokatê Amerîkayê ji bo Sûriye û Îraqê Tom Barrack di pirojeya nûjenkirina boriya petrolê ya Kerkûk - Baniyas de, di rojevê de ye. Tom Barrack bi zext hewl dide ku şîrketa hevalê wî TI Capital cihê xwe di nûjerkirina vê xetê de, bigire.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Planek hevpar a Sûriyê û Îraqê der barê petrolê de heye. Ew jî xeta petrolê ya Kerkûk-Baniyasê ye.

Nirxê vê projeyê 15 milyar dolar e û armanca wê veguhastina petrola Îraqê di rêya Sûriyê re ye.

Di tîrmehê de, Îraq û Sûriyê li gel şirketeke veberhênanê ya Kalîforniyayê lihevkirinek îmze kirin.

Şirketên TI Capital, Chevron û UCC Holding a Qeterî ji bo pêkanîna lêkolînên teknîkî û darayî peymanek çêkirine da ku boriyên petrolê yên Kerkûk-Banyasê nûjen bikin.

Di projeya Baniyas-Kerkûk de, navê nûnerê teybet ê serokê Amerîkayê ji bo Sûriyê û Îraqê Tom Barrack di rojevê de ye û bi tometên gendeliyê re rû bi rû ye.

Têkiliyeke karsaziyê ya kevn di navbera Tom Barrack û damezrênerê TI Capitalê (Ziyad Ghandour) de heye.

Barrack di peywendiyên xwe yên li gel berpirsên Sûrî û Îraqî de, bi zextê hewl dide ku şirketa hevalê wî (TI Capital) di vê projeya stratejîk de cih bigire.

Mehek beriya îmzekirina peymanê, Tom Barrack û serokwezîrê wê demê yê Îraqê Adil Ebdulmehdî, danezaneke hevpar weşandin.

Di danezanê de biryara Îraqê ya ji bo pejirandina hevkariyê ligel şirketa TI Capital hatibû erêkirin daku nûjenkirina boriyên petrolê yên Kerkûk-Banyasê bike.

Reuters destnîşan dike ku dibe Barrack di rêya vê projeya boriyan re qezencê bike, lê çavdêr dibêjin: “Heke berjewendiyeke wî ya rasterast tê de nebe, ev yek nabe tawanekî yasayî.”

Gumanên gendeliyê li ser Tom Barrack hene

Lê ne diyar e ka para Tom Barrack di vê projeyê de heye yan na.

Şêwirmendê berê yê Etîkê yê Koşka Spî Richard Painter dibêje:

"Ev reftarên Barrack rûbirûyî 'pirsgirêkek cidî' dibin.

Ji ber ku yasa qedexe dike berpirs beşdarî wekî van mijaran bibe ku ji ber têkiliyên kesane yan karsaziyê, gumanan dixin ser bêalîtiya wan.

Tom Barrack di vî warî de bi temamî xwe ji vê dosyayê dûr nexistiye û jê venekişiyaye."

Ji roja ku Tom Barrack erka diplomasî li Tirkiyê, Sûriyê û Îraqê wergitiye, gelek guman li ser têkiliyên wî û destdweranên wî hene.

Di nava Amerîkayê de jî kesayeteke ku hertim gumanên gendeliyê li ser hene.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye